Di konferansa jinan de banga azadiya Ocalan

Di konferansa jinan de banga azadiya Ocalan

Melîsa Jinan a BDP'ê, 2'emîn Konferansa xwe ya Asayî bi hişyariya “Jina bi rêxistin temînata azadiyê ye" pêk anî. Di konferansê de banga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ bang hat kirin. Jinan diyar kir ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe.

Meclîsa Jinan a BDP'ê, 2'emîn Konferansa xwe ya Asayî bi dirûşima “Jina bi rêxistin temînata azadiyê ye" piştî nîvro bi niqaş û nirxandina pêvajoyê berdewam kir. Di konferansa ku li Salona Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê pêk hat de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê Ayla Akat, Nursel Aydogan, Mulkiye Birtane, Emine Ayna, Sebahat Tuncel, endamên jin ên KCD'ê BDP jî di navde bi sedan jin amade bûn. Di beşa piştî nivro de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Jinan diyar kir ku ji dema hikûmeta AKP'ê hatiye îxtidarê heta niha binpêkirin û tundî zêde bûye. Jinan di nirxandinê de anîn ziman ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe û azadiya jinê jî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên nû dixwaze jinê ji pêvajoyê dûr bixe û tev li pêvajoyê û çareseriyê neke û wiha got: "Ji ber ku jin mifteya çareseriyê ye. AKP naxwaze pirsgirêk çareser bibe. Ji bo vê yekê jî naxwaze jin tev li çareseriyê bibe. Tecrîda li ser Brêz Ocalan li ser gelê kurd û jina kurt tê meşandin. Êdî gelê kurd û jina kurd vê yekê qebûl nake."

Parlementera BDP'ê ya Stenbole Sabahat Tuncel, anî ziman ku girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dest bi gireva birçîbûnê kirne û xwest êdî ev tevrîd bi dawî bibe û pirsgirêk çarareser bibin.

'CÎHANA BÊ OCALAN NABE'

Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna jî li ser navê Platforma Ji bo Ocalan Azadî axivî û wiha got: "Gelek bi sedsalan e tê înkarkirin û tunekirin. Birêz Ocalan serhildana dawî ya gelê kurd pêşxist. Tiştê ku Brêz Ocalan dike rêber û serok fikr û felsefeya wî ya azadiyê ye. Bêyî Ocalan cîhan nabe. Ocalan rêberê gelê kurd ê têkoşîna azadiyê dide. Divê Ocalan bi lezgîn serbest bê berdan. Em niha azadiya Ocalan dixwazin.

Niqaş dê sibê jî berdewam bikin û encamname dê sibê bê aşkerekirin.