Di Îna Sivîl de operasyonên siyasî hatin şermezarkirin

Di Îna Sivîl de operasyonên siyasî hatin şermezarkirin

Li bajarên herêmê bi hezaran welatiyan Nimêjên Înê yên Sivîl kirin. Di nimêjan de bal kişandin ser neheqiyan. Li Nisêbînê jî piştî nimêja înê welatiyan meş li dar xistin û binçavkirin û girtin şermezar kirin.

Li bajar û navçeyên herêmê û gelek bajarên din Nimêjên Înê yên Sivîl hatin kirin. Li Amedê li Sukat Binerd a Selahattîn Eyyubî ya li Derê Çiya, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanî, Sêrtê li avahiya BDP'ê, Misircê li avahiya BDP'ê, Êlihê li baxçeyê çayê yê Şaredariya Êlihê, Farqînê li Mala Şînê ya Navendê, Rihayê li avahiya BDP'ê, Wanê li înşata Otoparqa Şaredariya Wanê, Milezgirê li avahiya BDP'ê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê û li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li saha basketbolê ya Şaredariya Akdenîzê ya li taxa Guneşê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.

Di nimêjan de ligel rêveberên BDP'ê, şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û bi hezaran welatiyan nimêj kirin. Melayan bi kurdî weaz xwendin û xudbe dan. Melayan di weazên xwe de bal kişandin ser komkujiyan û wiha gotin: "Em dibînin ku mislimanan pişta xwe ji Qurana Kerîm re zivirandiye. Weke hemû komkujiyan li Sûriyeyê ji niha komkujî pêk tên. Komkujî ji ber desthilatdarî û hesudiya navdengiyê pêktên. Mirovên neheqî û heqiyê ji hev cuda nekirin di kîjan astê de bin bila bibin dîsa cahil in." Di weazan de binçavkirin û girtin hatin şermezarkirin.Piştî weazan bi hezaran welatiyan nimêj kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî piştî nimêja înê bi hezaran welatî bi armanca şermezarkirina binçavkirin û girtinan heta Bulvara Şîrîn meşeke li dar xistin. Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, DOKH û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankrata "Rêbertiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk" hate vekirin û dowîzên "Em qirkirina siyasi şermezar dikin", "BDP gel e, gel Nisêbîne!" hatin hilgirtin û sloganên "Zext me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Ocalan" û "PKK" hatin qêrîn.

Di meşê de bi sedan ciwan bi motorsîkletên xwe tevlîbûn û hata kolana Şirîn qorne lêdan. Li Bulvara Şîrîn Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Nisêbînê Halîl Ozmen axivî û bal kişand ser binçavkirin û girtinan û wiha got: "Bila Erdogan baş bifikire. Çîllerê got, 'An dê biqede an dê biqede’ lê neqediyan. Mesut Yilmaz jî heman tişt gotin û heman polîtîka meşandin. Lê dîsa xilasnebû. Gelê kurd li hemberî mirin û girtinan serî natewîn e."

'EM WÎ Û DEWLETÊ ŞERMEZAR DIKIN'

Ozmen, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya Roboskiyê û wiha axivî: "Em tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Divê êdî di vê mijarê de tiştek bê kirin. Bi ser komkujiya Roboskiyê re salek derbas dibe. Lê di vê mijarê de dewletê tu tişt nekirin. Erdogan pirsgirêkên li welatê xwe nabîne lê dest diavêje Suriyeyê. Bila berê pirsgirêkên xwe çareser bike. Em wî û dewleta wî şermezar dikin." Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat û rêzgirtin hate girtin.