Li 14 navendan bi hezaran kesên ku li qadên Nimêja Sivil a Înê kom bûn, qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd şermezar kirin. Girsê xwest Fransa qetilkirinê ronî bike û daxwazên kurdan pêk bînin.
Nimêja Sivîl a Înê ku her hefte li heman qadan tên kirin vê hefteyê jî li 14 bajaran ji aliyê hezaran kesan ve hat kirin.
Li Amedê li Sûka Binerdê ya Selehedînê Eyubî di pêşengiya Serokê DÎAY-DER'a Amedê Zahît Çîftkuran de hat kirin.
Li vir qetilkirina 3 jinên kurd a li Palîsa Fransayê hat şermezarkirin. Piştî weazên kurdî bi 100'an kesan refê nimêjê girê dan. Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê li qada vala ya teniştina avahiya BDP'a Sîlopiyê, li Êlihê baxçeyê Şaredariyê ya Êlihê, li navçeya Cizîrê li taxa Cudî, li navçeya Farqînê li mala Sersaxiyê ya navendî, li Sêrtê li qatê jor yê avahiya BDP'a Sêrtê, li navçeya Misircê li avahiya BDP'ê li navçeyên Qoser û Nisêbînê bi hezaran welatî kom bûn û ref girêdan.
Li Colemêrg salona avahiya BDPê, li Wanê li otoparka Şaredariyê, li Melezgîrt û Manîseyê jî bi beşdariya bi sedan kesî nimêj hate kirin.