Di encama serdegiritnên li Cizîra Şirnexê, Êlih û Colemêrgê pêk hatin de tevî zarokan 24 kes hatin binçavkirin. Polîsan li Colemêrgê dest danîn ser gelek şel û şapikan. Li gorî nûçeyên ANF’ê, di hefteyekê de 150 kes ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatine binçavkirin. Li gorî texmînan hejmara binçaviyan zêdetir e.
Li taxên Cûdî û Nûr yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs di nêçîra Kurdan de bûn. Di serdagirtina malan de jê 4 zarok 8 kes hatin binçavkirin. Tîmên taybet jî bi polîsan re tevlî serdagirtinan bûn. Hate hînbûn ku, kesên hatin binçavkirin bi îdîayên "Tevlî bûyeran bûn" û "Li hemberî polîsan berxwedan" hatine binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wisa ne: Cevahîr Haykir (48), Cengîz Ovez (48), Hasan Ergîn (18), Azad Darga (18), Y.D. (15), A.K. (17), Ş.E. (15) û N.T.(16).
LI ÊLIHÊ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li gelek taxên Êlihê jî polîsan terror meşand û di ser malan de girt, 14 kes binçavkirin. Di serdagirtinan de Lokman Açikalin, Cemal Îlhan, Mehmet Oren, Mehmet Kardeş, Recep Yardimci, Mehmet Cansaglik, Huseyîn Degîrmencî, Necmettîn Bulut, Şehmus Alay, M. Salîh Yanî, Cuneyt Tirak, Emîn Şahîn û Huseyîn Yanî hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Êlihê.
LI COLEMÊRGÊ 3 BINÇAVÎ
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Colemêrg serê sibê li taxa Keklîkpinarê di ser malan de girtin. Di serdagirtina malan de Ergîn Sonmez, Faysal Erdal û Azad Dundar hatin binçavkirin. Di serdagirtina malan de lêgerînen dijwar pêk hatin û di lêgerînê de cilên şal û şapik yên zarokan jî ji aliyê polîsan ve hatin desteser kirin. Cil û 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê. Sedema binçavkirina nehate zanîn.
LI ENQEREYÊ 19 BINÇAVÎ
Beriya vekirina perwerdeya sala 2012-2013 ya Zanîngeha Enqereyê ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan tevlîbû, 19 xwendekarên ku xwestin xwepêşandana protestoyî pêk bînin hatin binçavkirin. Rêveberiya zanîngehê beriya merasima vekirinê, ji bo pêşî li protestoyekî li dijî Serokwezîrê Tirk Erdogan bigire, serî li rêbazekî faşîzane da. Rêveberiyê beriya merasima vekirinê xwedekarên ku dê tevlî bibin, aşkera kirin. Di ketina salonê de li gorî lîsteyê kontrola nasnameyan hate kirin. Xwedekarên ku bertek nîşanî pêkanîna akredîtasyonê dan, Serokwezîrê Tirk Erdogan û rêveberiya zanîngehê protesto kirin. Polîsên ku bi gaza bîberê êrîş kir, 12 xwendekar binçav kirin. Komek ya xwendekaran jî li ser pira beramberî zanîngehê pankar vekir. Bi slogana Erdogan protesto kirin. 7 xwendekar binçavkirin.
2’YÊ COTMEHÊ 32 BINÇAVÎ
Di 2’yê cotmehê de li Şirnex, Hezex, Erxenî, Wêranşar, Wan, Stenbol, Tekîrdat, Çerkezkoy, Çorlû, Yozgat, Agirî û Edeneyê di encama operasyonên li dijî Kurdan de 32 kes hatin binçavkirin. Ji vana gelek rêveberên BDP’ê û nunerên saziyên Kurdan hene. Her wiha herî 10 kes jî zarok in.
DI 25-26’Ê ÎLONÊ DE NÊZÎ 70 BINÇAVÎ
Di encama operasyonên di 25-26’ê îlonê de bi taybet li dijî BDP, KESK, ÎHD û saziyên jinan hatin lidarxistin de nêzî 70 kes hatin binçavkirin.
Li Tirkiyeyê 68 sendîkavan, bi sedan aktîvîstên jin ên BDP’ê, zêdetirê 30 şaredar, 8 parlementer, zêdetirê 30 parêzer, zêdetirê 80 rojnamevan , gelek parêzvanên mafê mirovan û bi hezaran zarok di girîtgehan de ne.