Di Gola Wanê de erdheja 4.4

Di Gola Wanê de erdheja 4.4

Li Gola Wanê erdhejek bi mezinahiya 4.4 pêk hat. Erdhêja ku li navçeya Tetwan û Elcewazê jî hate hîskirin, li gorî daneyên pêşî hate hînbûn ku wendahiya can tune.

Ligorî agahiya ku Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî li Gola Wanê saet di 12.10’an de erdheja bi pêla 4.4 pêk hatiye. Erdhêja ku 5 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li navçeyên Bedlîsê yên Tetwan û Elcewazê jî hate hîskirin.

Li gorî daneyên ewil birîndar, an jî mirî tune û di mijara xesara madîde jî agahî nehat girtin.