Di girtîgehên Îranê de zingila xeteriyê lêdixe!

Di girtîgehên Îranê de zingila xeteriyê lêdixe!

Rejîma Îranê ji ber binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de û cezayên îdamê careke din di rojevê de ye. Hadî Emînî ku ji girtîgehên Îranê tehliye bû diyar kir ku rejîma Îranê li girtîgehên li Kurdistanê bi pêkanînên bi hestên “tolhildanê” tevdigere.

Hadî Hêmin di sala 2007 de di encama komployekê de li bajarê Mehabadê hate binçavkirin. Di 5 girtîgehan de ma û di dema girtinê de ew weke hemû girtiyên din li rastî gelek îşkence û lêdanê hat. Emînî destnîşan kir kur di encama îşkence û mûameleyên xirab ên di girtîgehên Îranê de gelek girtî jiyana xwe ji dest dan û jiyana gelek ji wana jî di xeteriyê de ye. Emînî ji nûçegihanê ANF’ê Delîl Dîcle re axivî û bang li saziyên navneteweyî kir.

Emînî derbarê tiştên ku hatine serê wî de wiha got; “Ez di encama komploya kesek ku min piştre zanîn endamê îstîxbaratê ye de hatim binçavkirin. Piştî binçavkirinê, ez ketim ber lêpirsînan. Di destpêkê de xwestin min telsîm bigirin. Ger mirov li vê derê bi ya wan neke û teslîm nebe, piştre jî dest bi îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk dikin. Tecawiz jî di nav de hemû cûreyên îşkenceyê pêk tînin.”

Emînî destnîşan kir ku “Dadgeh tenê formalîte ye” û got; “Di dema îfadegirtinê de jî agahiyên ku îstîxbaratê dane esas tê girtin. Îstîxbarat çend sal ceza bixwaze û çi ceza bixwaze, ji dadgehê re radigihîne.” Emînî diyar kir ku dadgerên dadgehan jixwe guh nadin îtîraz û parêzerên kesên cezayê wan ji aliyê îstîxbaratê ve hatiye birîn.

Di dema lêpirsînê de ji min re gotin “ku em bixwazin em ê te serbest berdin, em bixwazin em ê te îdam bikin, an jî çend sal pêwîst be, em ê te di girtîgehê de bihêlin û heta gefa madeyên hişber jî li min xwarin.

DI GIRTÎGEHA MEHABADÊ DE PÊKANÎNÊN TAYBET

Hadî Emînî bal kişand ser girtîgeha nû got, “Her girtîgehek Guantanamo ye”. Emînî ragihand ku ev pêkanîn bi taybet di girtîgehên li Kurdistanê de h ene û got; “Li van girtîgehan bi dehan kes ji ber madeyên hişber jiyana xwe ji dest didin. Ev made bi rêya memûrên îstîxbaratê yên girtîgehan tînin hundir. Bi rêya şebekeya sîxûran xwe digihînin girtiyan. Pêkanînên taybet di girtîgeha Mehabadê de hene. Li wir polîtîkayek taybet heye. Her çendî madeyên hişber li Îranê “qedexe ye” lê belê dewlet di girtîgehan de bi kar tîne. Me rojek dît ku bi kîloyan madeyên hişber anîn girtîgeha Mehabadê. Di girtîgeha ku nêzî 200 kes têde bûn, nêzî 150 kes bi madeyên hişber ve girêdane. Girtiyên siyasî diavêjin nav vana û dixwazin wana jî bihelînin. Nexweşiyek din a berbelav di girtîgehan de AIDS e. Ev yek jî her tim weke tehdîtê tê bikaranîn.”

Emînî da zanîn ku ew bi giştî di 5 salan de, di 5 girtîgehan de ma û got; “2 mehên destpêkê ez di girtîgeha Urmiye ya di bin kontrola Îteatê de mam, 5 meh li Serdeşt, salek Mehabad, du salan di girtîgeha Evîn a Tehranê de mam û 16 mehan di girtîgeha Kerezê de mam.” Emînî diyar kir ku ji van girtîgehan Girtîgeha Mehabadê wek girtîgeha “pîlot” e û da zanîn ku di her girtîgehê de pêkanînên taybet hene.

‘LÊPIRSÎN JI BO TOLHILDANÊ NE’

Emînî diyar kir ku polîtîkayên wan ne tenê ji bo teslîmgirtinê ne, di heman demê de ji bo tolhildanê ne û destnîşan kir ku ji bo careke din li hemberî dewletê dernekevin, gelek girtiyan bi nexweşiya AIDS’ê dixin û wana hînî karanîn madeyên hişber dikin an jî bi îşkenceyê seqet dihêlin.”

‘BERXWEDANA AMEDÊ ÎRANÊ DITIRSÎNE’

Hadî Emînî da zanîn ku hejmara girtiyên dibin amûrên vê polîtîkayên dewletê kêm in û diyar kir ku piraniya wan ên ku li ber xwe didin, berxwedana di Zîndana Amedê de esas digirin. Emînî got; “Ya ku li hemberî vê yekê bi ser nakeve, polîtîkayên dewletê ne.”

Emînî got; “Berxwedana hevalê me Hêmin bêhempa ye. Beriya were îdamkirin, ji bo teslîm bibe, hemû cûre îşkence lê kirin. Piştî ku teslîm nebûn, bavê wî anîn û gefa îdamê li wan xwarin. Lê dîsa jî hevalê me Hêmin teslîm nebû û hat îdamkirin. Heman tiştê Şehîd Soran, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan , Şîrîn Elemhulî, Ferhat Wekîlî û hevalên din jî kir.”

PEYWENDIYA GIRTIYAN BI DERVE RE TÊ BIRRÎN

Emînî derbarê hevdîtinên bi malbatan re jî agahî da û diyar kir ku peywendiya girtiyan bi derve re têne birrîn û got; “Li dewleta Îranê ji ber ku îstîxbaratê her tişt xistiye bin kontrola xwe, tu rolek a parêran tune ye. Parêzerên baş ên mafê mirovan hene. Lê kesek parastin û xebatên wan ên ji bo parastinê ciddî nagirin.”

REWŞA GIRTIYÊN SIYASÎ

Hadî Emînî diyar kir ku her tim gef li girtiyên siyasî dixwin ku ew ê biavêjin nava destê çeteyên mafyayê û got; “Li hin girtîgehan ji bo girtiyên siyasî jî beşên taybet hatine çêkirin. Lê di van beşan de tu mirovahî tune ye, tu şert û mercên ji bo pêwîstiyên mirovan tune ne. Weke ku mirovan têxin qûtiyeke girtî, tarî ne, ji hucreyên teng pêk tên. Jixwe rojê 2 saet ji bo hewastendinê derdixin. Di encama îşkenceya li vir gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Wek mînak Husên Dowmecî, Muhsîn Ratpûr, Mehdî Zalî, ji ber îşkenceyê nexweş ketin. Ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.”

Emînî herî dawî got; “Çi tiştên hatin serê min û çi tiştên ku min di girtîgehên Îranê de dîtin, li wir binpêkrinên berbelav ên mafê mirovan hene. Hema bêje girtîgeh li elarima sor dixin. Divê bi awayekî ev rewş biguhere. Li hemberî vê îşkence û pêkanînên keyfî, girtiyên ku li hemberî îşkence û lêdanê berxwedana Zîndana Amedê ji xwe re esas digirin, her tim li ber xwe didin. Ji bo ev yek bi dawî bibe, bi dehan car dest bi grevên birçîbûnê kirin. Lê ji ber ku raya giştî ya navneteweyî ji bo vê yekê zextê li Îranê nakin, ev pêkanîn dîsa weke berê berdewam dikin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin” û banga bihîstiyariyê li raya giştî ya navneteweyî û saziyêçn navneteweyî kir.