Di êrîşên li Iraqê de herî kêm 25 kes mirin

Di êrîşên li Iraqê de herî kêm 25 kes mirin

Li Iraqê îro dîsan gelek zincîre êrîş pêkhatin. Di êrîşên ku hêzên ewlekarî, Şiî û Kurdên Şebek hedef hatin girtin de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da, derdorê 60 kesan jî birîndar bûn.

Di êrîşa bi wesayîta tejî teqemenî ya li dijî Kurdên Şebek yên li gundê Heznaha Mûsil li gorî bîlançoya nû 7 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 12 kes jî birîndar bûn. Weke din li Mûsilê kesên çekdar êrîşî noqteyek ya polîsan kirin û polîsek kuştin.

Êrîşek din jî li navçeya Duzxurmanto ya Kerkûkê rû da. Di du teqînên li nêzî mizgefta Şiiyan pêkhat, 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Li rojavayê Tikrîtê sê çekdaran êrîşî noqteyek ya kontrolê kirin û polîsek mir. Dewriyeyeka polîsan ku kete pey kesên çekdar vê carê rastî êrîşa wesayîtekî tejî teqemenî ya hatî terk kirin hat. Di teqîna rûdayî de 4 polîsên din mirin.

Li gundê El Buslaibî ku di keve bakûrê Bexdayê dema dewriyeya leşkerî digeriya teqînek qewimî û 3 leşker mirin.

Li Bakûbayê li ser rê 3 teqînan rû da û kesekê jiyana xwe ji dest da. Weke din li nêzî Duceylê wesayîtekî tejî teqemenî teqiya, Iraqiyek mir û herî kêm 10 heciyên Şiî yên Îranî birîndar bûn.

10 guleyên hewanê li bajarê Rûtba yê Eyaleta Anbarê ketin û 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ev êrîşane piştî êrîşên roja Yekşemê ku herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dabû pêkhatin. Li Kerkûkê roja Yekşemê 16’ê Kanûnê, êrîşên bi wesayîtên tejî teqemenî yên li dijî mizgefta Şiiyan, di encama teqîna heft bombeyên li rexê rê hatibûn bicih kirin û di êrîşeke din ya bombeyî ku polîs hedef hatibû girtin de bi tevahî 13 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 57 kes jî birîndar bibûn.

Heman rojê li bajarê Celewla yê hêjan bi ser Başûrê Kurdistanê ve girênedane, li dijî avahiya YNK’ê bi wesayîtekî tejî teqemenî êrîş pêkhatibû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 13 kes jî birîndar bibûn. Êrîş di dema ku komek ji bo tevlî pêşmergeyan bibin rû da.

Weke din li dijî noqteya kontrolê ya leşkerî ya li Tarmiya ku di keve bakûrê Bexdayê êrîşa çekdarî pêkhat û herî kêm 2 leşker mirin, 3 jî birîndar bûn. Li Beicî ya 200 km dikeve bakûrê Bexdayê jî bombeya tejî teqemenî teqiya, polîsek û 3 sivîl birîndar bûn.