Balefirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agir bi herêmên daristanî ket.
Hat ragihandin ku êrîşa hewayî ya li ser Qendîlê saet di 12.45 de dest pê kir û heta derdora 13.30 berdewam kir. Li gorî agahiyan herêma Enzê hatiye bombebarankirin û tu ziyanên can û mal çênebûne, lê agir bi herêmên daristanê ketiye.
Hat diyarkirin ku balefirê şer ên Tirk carna dema bombebaranê dihatin ser navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê.