Di doza KCK'ê ya Şirnexê ku di nav de Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heyî ya 41 kes jê girtî 55 siyasetmedarên Kurd tên darezandin de, ji ber ku parastina kesên tên darizandin nehate girtin, hate xwestin ku rûniştin bê taloqkirin. Lê ji ber ku heyeta dadgehê xwest biryarê di vê rûniştinê de bide krîz derket. Parêzeran diyar kirin ku, ew di nava van şertan de parastinê nakin.
23'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Şirnexê ya 41 kes jê girtî ya 55 kesên di nav de Wekîlê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heyî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir. Ji ber ku parlementer Sariyildiz rapor girt tevlî rûniştinê nebû. Piştî rûniştinê destpê kir, ji ber ku daxwaza parastina kurdî nehate qebûlkirin derbazî parastina parêzeran bûn. Prz. Fethî Gumuş diyar kir ku, dadgehê ji bo di vê rûniştinê de biryarê bigire dem dabû û wiha got: "Lê kesên tên darizandin dixwazin bi zimanê zikmakî parastinê bikin. Li Meclîsê têkildarî vê yekê zagon disekine. Pêşnûme ji ber hevdîtinên bûtçeyê dibe ku di meha çileyê de derbikeve. Piştî ev zagon derket ji bo parastin bê kirin dê çareke din serî lêbidin. Zagon dê di meha bê de derbikeve. Ji ber wê yekê em rawestin. Heke ev maf bê nasîn wê demê em karekî du caran dikin. Ji xwe gelek kes ji cihên dûr hatine û westiyayîne. Hinekan jî rapor dane. Kesên ji rêyên dûr tên rastî heqaretan tên."
Serokê Dadgehê jî diyar kir ku, nediyare zagon dê di çileyê de derbikev. Li ser vê yekê Prz. Gumuş careke din axivî û wiha got: "Ji ber ku hevdîtinên bûtçeyê ketin navberê zagon derneket. Heke zagon derbikeve ji bo careke din darizandin pêk bê em dê serî lê bidin." Parêzerên din jî diyar kirin ku ew parastinê nakin û daxwaza li benda zagonê bimînin kirin. Serokê Dadgehê jî ji bo daxwazê navber da rûniştinê. Piştî navberê heyeta dadgehê bi hinceta daxwaza têkildarî esasê ye û daxwaz red kir.
'DAXWAZA ME TÊKILDARÎ ESASÊ YE'
Pişt re Prz. Fethî Gumuş careke din axivî û diyar kir ku, biryar şaşe û parastinê nake. Prz. Meral Daniş da zanîn ku, divê dadgeh ji biryara girtî dest jê ber bide. Daniş anî ziman ku, tu niyeta wan ya ku darizandinê dereng bêxin tuneye. Daniş destnîşan kir ku, hinek muwekîlên wan nehatine û ji ber vê yekê biryara tê dayîn şaşe.
Daniş bilêv kir ku, daxwaza wan têkildarî esasê ye û wiha got: "Daxwazên me têkildarî esasê ne. Ji ber ku aliyê darizandinê yê herî girîng parastine. Heta parastin neyê kirin darizandin nayê kirin. Dadgeh di derbarê kesên amade neyî de biryarê bide bêusule. Dadgeh dibêje; 'Ji bo parastina dawî dem da' Tişekî wisa nabe. Em li vir darizandinekî hiqûqî nakin. Em darizandina ceza dikin."
Daniş, bertek nîşanî helwesta dadgehê ya têkildarî parastina zimanê zikmakî da û wiha axivî: "Çawa parastina zimanê zikmakî bi bandor nabe. Ev hemû têkildarî mutalayê ne. Ez vê pêvajoyê nêz de dişopînim. Ji ber bûtçeyê hate taloqkirin. Piştî bûdçeyê dê di meha çileyê de derbikev. Heke zagon derbikeve muwekîlên me dê parastinê bike. Ji ber vê yekê divê li benda zagonê rawestin. Ev biryar dê ji aliyê dadgeha bilind ve bê xirab kirin."
ELÇÎ: EM DARIZANDINÊ BI HEV RE DIKIN
Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî jî diyar kir ku, darizandinê bi hev re dikin û xwest heyeta dadgehê pêşniyar û daxwazên wan li ber çavan bigirin. Elçî anî ziman ku, kêmasiyên heyeta dadgehê jî hene û wiha got: " Ji bo ku dadgeh kêmasiyên xwe temam bike, em demê ji dadgehê dixwazin. Hemû ji rêyên dûr tên, Kurdî paratinê bikin dê çi bibe bi tirkî bikin dê çi bibe. Li gorî min divê berî her tiştî bêjin dê parastinê bikin ya na."
Piştre siyasetmedar Beşir Katar jî diyar kir ku, ew bi tirkî nizane û tercuman xwest. Prz Mesut Beştaş jî diyar kir dosya ji 100 klasoran pêk tê û parastin şaş dît.
Heyeta dadgehê jî ji bo daxwazan binirxîne navber da. Piştî navberê heyetê doz taloqî 2'ê Çileya 2013'an kir.