55’emîn rûniştina doza 95 jê girtî, bi giştî 152 siyasetmedarên Kurd ên ku ji “doza KCK’ê” têne darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Tevî Prof. Dr. Buşra Ersanli, gelek kes ji bo şopandina dozê hatin. Ji bersucan Sara Aktaş mafê axaftinê girt û da zanîn ku wan aji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û redkirina mafê parastina bi zimanê zikmakî tevî 7 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bê dor kirine.
Rûniştina doza tevî Parlementerê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcle, parlementerên BDP’ê Kemal Aktaş û Selma Irmak, 95 jê girtî, bi giştî 152 siyasetmedarên Kurd ên ku ji “doza KCK’ê” têne darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Beriya rûniştina dozê li derdora dadgehê tedbîrên xurt ên ewlehiyê hatin girtin. Piştî lêgerînê Endamên Koordînasyona KCD’ê Ozdal Uçer, Ayla Akat, Halil Aksoy, Parlementerê BDP’ê Nursel Aydoðan, Sebahat Tuncel, Prof. Dr. Buşra Ersanlı, rojanmevan-nivîskar Nuray Mert, Parlementera Berê ya PE’yê Feleknas Uca, Serokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, lêkolîner, nivîskar û prz. Metin Yeðin û heyetên biyanî yên ji bo şopandina dozê hatibûn hildan salonê.
Her çendî navberek berfireh di navbera bersuc û temaşevanan de hebûn jî, lê dîsa jî sohbet hatin kirin. Bersucan bi taybet eleqeyek mezin nîşanî Prof. Dr. Buşra Ersanli ku ji Doza KCK’ê ya Stenbolê hatibû girtin û paşê serbest hatibû berdan.
7 KES DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û BÊDORD DE NE
Di dema xwendina navan de hate dîtin ku tevî Hatîp Dîcle û Kemal Aktaş, 29 girtî ji ber rarporên wan hene beşdarî rûniştinê nebûn. Piştre Sara Aktaş mafê axaftinê girt û bal kişand ku her çendî 32 sal bi ser 12’ê Îlonê re derbas bûn, lê di pêkanînan de tu guhertinek çênebûye. Aktaş da zanîn ku girtiyan li hemberî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirine. Aktaş destnîşan kir ku 7 kesên ji doza “KCK’ê” jî di nava vê grevê de ne.
‘BILA TECRÎD RABE, HEVDÎTIN DEST PÊ BIKIN’
Aktaş destnişan kir ku dewlet û hukûmeta Tirk li şûna çareserkirina pirgirêka Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye. Akşta da zanîn ku ji bo rawestandina şerê heye û xwîna dirije, tu kesek bi qasî Ocalan hewl nedaye û xwest tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin ji nû ve bêne destpêkirin. Aktaş destnîşan kir ku divê ev tecrîda girankirî bê rakirin û mafê parastina bi zimanê zikmakî bê dayîn û da zanîn ku ger ev şert pêk neyên ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin.
Piştî daxuyaniyê, ji delîlên derbarê ji bersucan Galîp Kandmîer hatin xwendin.
Rûniştin didome.