56'emîn rûniştina 175 siyasetmedarên Kurd yên 110 jê girtî destpê kir. Parêzer Reyhan Baydemîr Yalçindag di dadgehê de axivî û diyar kir ku, gelek muwekîlên wê niha di gireva birçîbûnê de ne û divê bên tahliyekirin û wiha got: "Gireva birçîbûnê di roja 20'emîn de ye. Tenê bedenên wan di destê wan de ne û ew jî ji birçîbûnê re razandin. Heke tiştek li wan bê dê li hemberî dîrokê berpirsiyariya hemû kesî hebe."
56'emîn rûniştina 152 siyasetmedarên Kurd yên jê 94 girtî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê dest pê kir. Di çarçoveya dosya dozê de dosyaya 23 kesên di 3'ê Cotmeha 2011'an de li Amedê hatin binçavkirin û jê 16 kes hatin girtin jî li ser daxwaza parêzeran bi "Doza sereke ya KCK'ê" ya Amedê ve hate girêdan. Li ser vê yekê hêjmara kesên tên darizandin ji 110'an derbazî 175 kesan bû. 30 kes ji ber raporên wan hebûn tevlî rûniştinê nebûn. Berî rûniştinê li edliyeyê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan û gelek kesên din doz şopandin.
DI DADGEHÊ DE KRÎZA MÎKROFONÊ
Piştî tesbîta nasnameyan delîlên derheqê Endama Komîsyona Hilbijartinên û Komîsyona Jinê ya DTP'ê Nihayet Taşdemîr hatin xwendin. Dadgehê hemû xebatên 8'ê Adarê û xebatên jinan, ji sedî 40 kotaya jinê weke fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dîtin û weke sûc hate hesibandin. Taşdemîr ev îdîa qebûl nekirin û hemû di çarçoveya xebatên partiyê de ne. Parêzer Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dema Taşdemîr bi kurdî parastin dikir hate girtin da û diyar kir ku, dema muwekîla wê diaxive mîkrofon tê girtin. Serokê Dadgehê jî îdîa kir ku, tu bêtehmuliya wan tuneye. Piştî berteka Beştaş mîkrofon nehate girtin.
LAÇÎN: HÊJ JI BER NEWROZAN DARIZANDIN PÊK TÊN EV YEK REWŞEKÎ GELEK NEBAŞE
Beştaş di parastina xwe de anî ziman ku şahidê nepenî Mercek di hemû mijaran de pispore û kesekî wisa heye yan na ne diyare. Parêzer Ferîde Laçîn jî bertek nîşanî delîla Taşdemîr tevlî Newroz bû da û wiha got: "Hêj ji ber Newrozan kes bên darizandin rewşekî gelek bi gûmane. Newroz cejna kurdane." Piştî parastina Taşdemîr Prz. Yalçindag di parastina xwe de anî ziman ku, hemû tiştên têkildarî tevgera jinê de weke sûc hatin hesibandin û wiha axivî: "Em tiştekî wisa qebûl nakin. Hemû tiştên têkildarî jinan de weke rêxistinbûyî hatine dîtin û di dosyayê de cih girtine. Kotaya zayendî û hevserokatî. Şahidê nepenî ji Taşdemîr re got, di rêveberiya Tirkiyeyê de ye, şahidê nepenî Papatya got ji DOKH'ê ye û got şahidek din jî li Stenbolê li bajar peywirdare. Ger em vana hemûyan qebûl jî bikin, ew dê çawa vana hemûyan bike.”
Yalçindag da zanîn ku di guherîna zagonan de ji siyasetmedarên Kurd re tu biryara tahilyeyan nehate dayîn û wiha pê de çû: "Gireva birçîbûnê di roja 20'emîn de ye. Tenê bedenên wan di destê wan de ne û ew jî ji birçîbûnê re razandin. Heke tiştek li wan bê dê li hemberî dîrokê berpirsyariya hemû kesî hebe."
Piştî axaftina Yalçindag navber hate dayîn.