Di Diyarbakirsporê de windahiya 2 mîlyonî

Diyarbakirspor ku demekê di Lîga Super de li dijî tîmên Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaşê têkoşîneke mezin dida, ket lîga 3. û piştî ku di dîrokê xwe de cara yekem ket lîga amator, ranta li ser kulubê hatiye jiyîn jî derket holê.

Diyarbakirspor ku demekê di Lîga Super de li dijî tîmên Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaşê  têkoşîneke mezin dida, ket lîga 3. û piştî ku di dîrokê xwe de cara yekem ket lîga amator, ranta li ser kulubê hatiye jiyîn jî derket holê. Serokê Koma Azraîlan ku alîgiran ava kiriye, Ramazan Tugay diyar kir ku wesayît û alavên nêzî 2 mîlyon TL’yî yên kulubê winda ne û wiha got: “Di rantê de armanca esas, erseya 100 donimî ya kulubê ye.”

Bi Diyarbakirspor ya Amedê re geşedanên skandal tên jiyîn. Serokê Yekîtiya Komeleyên Diyarbakisporê û serokê Koma Azraîlan Ramazan Tugay diyar kir ku kulub bê xwedî maye û wiha got: “Diyarbakirspor wisa hêsan nehat avakirin. 100 donim erseya kulubê ya li navçeya Kayapinarê jî hatiye firotin.”

Tugay bi lêv kir ku têkildarî mijarê de serlêdana sûc kirine û ew dixwazin mudaxîlê dozê bibin û wiha got: “Ev bi kedek mezin hat avakirin.  Paşerojek wê ya 48 salan heye. Diyarbakirspor terkî qedera wê kirin. Xistin bin 50 mîlyon deynî û mixabin anîn asta girtinê.”

GER BIHATA XWESTIN WÊ BIHATA RIZGARKIRIN

Tugay wiha berdewam kir: “Ger parlamenter û wezîrê Amedê bixwesta dikarî vî tîmê rizgar bike. Kes xwedî lê derneket. Di 2009’an de Diyarbakirspor bû şampiyon û çend kesên ku xwe nedizanî, provokasyon kirin û bertek nîşanî mêvanê hatin dan û piştî vê pênûsa Diyarbakirsporê şikest. Protestoyên hatin kirin şaş bûn. Çi dibe bila bibe. Em li dij vê bûn. Wezîr beg bixwesta di du saetan de Diyarbakirspor wê rizgar bûna. Parlamenterên desthilatdariyê, rêxistinên civaka sivîl û şaredarî bê hestiyar tevgeriyan. Mixabin Kuluba 48 salî terkî qedera wê kirin. Lê gelek canên ciwan ji bo Diyarbakirsporê canê xwe fedakirin.”

DEYN DERXISTIN

Tugay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo Diyarbakirspor bê jiyîn çi ji destê min hat min kir. Qe nebe ji bo di Lîga Amator a Herêmî de ev nav tine nebe, belkî wijdana hinek kesan, dilê hinek kesan bişewite. Deynên tinebûn lê birîn, dîsa hîbe bikin.”

EW PERE MAFÊ HÊTÎMANE

Tugay rêveberiyên berê yê Diyarbakirsporê jî sûcdar kir. Tugay destnîşan kir ku 10 mîlyon dabin 100 mîlyonî digirin û wiha got: “Wê demê dahata Diyarbakirsporê hebû. Ji bilî 4-5 serok û 10-15 rêveberî kesî pere xerc nedikir. Yên din ji berîka xwe pere xerc kirine.  Di Diyarbakirsporê de mafê hêtîman heye. Kesê simît firotin û hatin maçê hene. Kesê hefteyekê pereyê xwe berhev kirine û hatine maçê hene. Ev tîm bi vî awayî hat van rojan. Li bajar piştgiriyek mezin a welatiyan hebû.

Ji bo navê Diyarbakirsporê bê jiyîn ez hatim rêveberiyê. Me bi Şeyhmus Şenyîgît re desteyek rêveberiyê ava kir û bi kongreyê çêkir. Piştre gelek pirsgisrêk derketin. Em ketin rêyeke ku nekarin jê derkevin. Hemû derî li rûyê me hatin girtin. Pisgirêkên biçûk mezin kirin. Me nekarî ji nav derkevin. Li bajar  bi heman navî kulubek sporê hatibû avakirin. Ji bo ev nav tine nebe, me mafê nav da. Ji ber Diyarbakirspor carekê bê girtin, ji ber bi tescîle, kes êdî nekare wî navî bigire. Wê Diyarbakirspor di dema pêş de di Lîga 3 de berdewam bikira.”

RANTA ERSEYA 100 DONIMÎ

Tugay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ereziyek 100 donimî ya Diyarbakisporê hebû. Çi hat serê me ji ber ereziyê hat. Çavên her kesî li ereziyê bû. Çûne dadgehê bi îdîaya nelêrêtiyê gilî kirine. Li şûna kesên ne delege ne, bi hinceta me îmze avêtiye, xwestine biryar bê betalkirin. Teblîgatek nehat ji me re. Îfadeya me nehatiye girtin û rêya temyiz jî tê girtin û biryar tê dayîn. Abdulkadîr Duran dîsa diçe û mafê wî navî şûnde digire. Ji ber teblîgat nehat em jî çûn rêya darazê. Teblîgê me nehat kirin. Ger hatibe diyare kê girtiye. Dikarîbûn bi telefonê li me bigeriyane. Me bihist ku mafê nav şûnde girtine. Dema mafê vî navî girtine armanca wan rant. Armanc ne Diyarbakirspor, firotina vê ereziyê bûye. Me li ser malpera ‘sahîbînden.com’ dît ku ereziya 100 donimî difroşin. Em matmayî man. Hin alavên Diyarbakirspor, Dema em hatin rêveberiyê me girt zîmeta xwe. Ji ber li Kulubê hinek kêmasî hebûn. Ji zîmetê berpirs Kemal Dogan hebû. Ji otobusê bigire, heta jeneratorê heta alavên din hatibûn firotin. Hinek bi rêya îcrayê hatine girtin. Hemû eşyayên mezin hatine  firotin.”

...