Di Diyarbakirspor de li hember hakem hêrs, birîndar û binçavî hene

Diyarbakirspor a têkoşîna di Play-Off de dide, di maça îro ya bi Denîzlîspor re ku hakem deqeya 90+5 penaltî da û Denîzlîspor gol avêt, seha tevlihev bû.

Diyarbakirspor a têkoşîna di Play-Off de dide, di maça îro ya bi Denîzlîspor re ku hakem deqeya 90+5 penaltî da û Denîzlîspor gol avêt, seha tevlihev bû. Alîgirên Diyarbakirspor ên bûyera rû da şermezar kirin ketin sehayê û xwestin êrîşî hakem bikin. Di bûyerên ku rû dan gelek kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku polîsan hin alîgir binçav kirine.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, hakem Huseyin Sabanci di saniyeya dawî de bi biryareke pir bi guman di lehê Denîzlî Buyukşehîr Belediyespor de biryara penaltiyê da. Denîzlîspor a ji penaltiyê gol avêt skora maçê bû 1-1. Denîzlîspor ku di têkoşîna Play Off de derket tûra jor, Diyarbakirspor ji komê ket. Alîgirên li hember vê nerazîbûn nîşan dan daketin sehayê. Di bûyeran de polîsan êrîşî alîgirên Diyarbakirspor kirin. Hat ragihandin ku di bûyeran de gelek kes birîndar bûne û hatine binçavkirin. Bûyer li derveyî sehayê jî derketin. Alîgirên Diyarbakirspor ên xwepêşandana protestoyî li dar xistin rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Alozî li derdora statê didome.