Di çalakiyên Pêncşema Reş de li dijî qedexekirina ziman bertek

Di çalakiyên Pêncşema Reş de li dijî qedexekirina ziman bertek

Xebatkarên Şaredariya Kayapinarê ya Amedê ku her hefte  ji bo girtina şaredarê Kayapinara Amedê Zulkuf Karatekîn û cigirê şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên kurd ‘Çalakiyên Pêncşema Reş’ pêk tînin vê hefteyê ya 153’emîn pêk anîn.

Çalakiya ku li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat, cigirê şaredarê Kayainarê Îhsan Avci, serokê Kurdî-Derê Sabahattîn Gultekîn, serokê Şaxa Tum Bel-Senê ya Amedê Medenî Alkpkaya, nûnerên Sendîkaya Genel-Îşê, dayikên Aştiyê, endamên Meclisê û xebatkarên şaradariyê tevlî bûn.

Serokê Kurdî-Derê Sabahattîn Gultekîn di çalakiyê de axivî û bang  kir ku divê hevdîtinên bi Îmraliyê re hatine dest pêkirin bidome. Gultekîn da zanîn ku ji bo aştiyeke bi rumet divê pêvajoya Îmraliyê bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî diyalogê tu tişt pirsgirêkê çareser nake. Divê zextên li ser zimanê kurdî rabe.  Her wiha li aliyekê pêvajoya diyalogê didome û li aliyê din jî operasyonên leşkerî diome. Ev jî piştgiriyê nade çareseriyê.”

Piştî axaftinan Çalakiya Pêncşema Reş bi çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.