Di çalakiyên li Kobanê de 12 çete hatin kuştin.
Li Kobanê, pêşketina YPG/YPJ'ê bi operasyonan dewam dike. Di pevçûnên di encama çalakiyên YPG/YPJ'ê de herî kêm 12 çete hatin kuştin.

Hêzên YPG/YPJ'ê di roja 184. a berxwedanê de, operasyonên xwe yên li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de ye didomînin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li başûrê Kobanê derketin operasyonê û ev agahî da:
"Operasyona ku gundê Gêydadê û girên stratejîk ênli derdora vî gundê hatibû hedef girtin bi serketî dawî bû. Di encama vê operasyonê de qadên ku hatibû hedef girtin ji çeteyan hatine paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin.
LI BAŞÛRROJHILATÊ KOBANÊ 12 ÇETE HATIN KUŞTIN
Şevê din hêzên me li hember komekî çeteyan a ku dixwastin li mintiqa Mênifê Kor a başûrrojhilatê Kobanê mayin bi cih bikin operasyonek lidarxist. Piştî mûdexaleya hêzên me li vê herême pevçunên dijwar qewimîn. Li vê qadê 9 endamê çeteyan hatin kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin. Hêzên me li ver dest danîn li ser 3 kleş, 3 raxt û 1 bêtelek a çeteyan.
Hêzên me li hember komên çeteyên li nêzî gundê Qertel a heman eniyê de ye jî operasyon lidarxist. Di encama operasyonê de 3 endamê çeteyan hatin kuştin."