HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayên HPG’ê di 22’ê îlonê de, li dijî qerqola Yonçati ya Qisleya Dêrsimê li dar xist de, gerîlayek jiyana xwe ji dest da.
Di 22’ê îlonê de, gerîlayên HPG’ê de li navçeya Qisleya Dêrsimê du çalakiyên hemwext li dar xistin. Di daxuyaniya di 23’ê Îlonê de ji aliyê HPG’ê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku çalakî di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de pêk hatiye û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan a şevê din de herî kêm 10 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya îro da de aşkere kir ku gerîlayek jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê got; “Di çalakiya li dijî qereqola Yolçatiyê de rêhevaleke me yê birîndar ketiye ji yekîneya xwe qut bibû û di 23'ê Îlonê de heta guleya xwe ya dawî bi dijmin re şer kiriye û gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest da wiha ye: Tamer Polat, Gabar Dêrsim, cihê jidayikbûnê: Dêrsim