Di çalakiya li Dêrsimê de fermandarê qerqolê jî birîndar bû

Di çalakiya li Dêrsimê de fermandarê qerqolê jî birîndar bû

Şevê din gerîlayên HPG’ê bi awayeke hemwext li navçeya Qisle ya Dêrsimê bi ser Qereqola Cendirmeyan a Şehît Mehmet û Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê de girtin. Di encamê de herî kêm 2 leşker mirin û 7 leşker birîndar bûn. Hate ragihandin ku fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Şehît Mehmet jî birîndar bûye.

Komek gerîlayên HPG’ê şevê din saet di 21.00'an de li dijî Qereqola Cendirmeyan a Şehit Mehmet û Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê yên navçeya Qisleya Dêrsime ku 25 kîlometre dûrî Dêrsimê ye êrîşa bi roket û çekên giran pêk anîn. Di encamê de herî kêm 2 leşker mirin, 7 leşker birîndar bûn. Hat zanîn ku fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Şehît Mehmet jî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê (Elezîz).

Pevçûna piştî çalakiya gerîlayn heta derengiya şevê berdewam kir. Operasyona li herêmê hate destpêkirin jî didome.