Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê ku her hefte çalakiyên rûniştinê pêk tînin, vê hefteyê çîroka Ramazan Uykur yê di sala 1994'an de ew li nava sûkê dan ber guleyan û qetilkirin vegotin. Hevjîna Uykur Ayşe Uykur, diyar kir ku, endamê JÎTEM'ê û Kamil Atak li nava kolanê gule li ser hevjînê wê reşandin û qetilkirin.
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya her hefte ku ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li ber Lîseya Cizîrê bedewam kirin. Dayîkên ku wêneyên windayên di salên 1990'an de hatin windakirin û qetilkirin rakirin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de malbat û xizmên windayan û rêveberên BDP'a Cizîrê amade bûn. Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê ku her hefte çalakiyên rûniştinê pêk tînin, vê hefteyê çîroka Ramazan Uykur yê di sala 1994'an de ew li nava sûkê dan ber guleyan û qetilkirin vegotin. Hevjîna Uykur Ayşe Uykur diyar kir ku, endamê JÎTEM'ê û Kamil Atak li nava kolanê gule li ser hevjînê wê reşandin û qetilkirin.
Ayşe Uykur anî ziman ku, endamên JîTEM'ê û Sercerdevan Kamil Atak û birayê wî Kokel Atak hevjînê wê revandin û li ser kolana Nisêbînê ya Cizîrê li ber çavê her kesî dan ber guleyan û qetil kirin. Bi dehan caran Kamîl Atak gef li hevjînê min xwarin. Hevjînê min bêguneh û bêsûc bû. Em dozdarin û em dê heta dawî dozê bişopînim." Endamên Dayîkên Şemîyê, piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.