Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka Aydin Ay hate vegotin

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka Aydin Ay hate vegotin

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de vê hefteyê çîroka Aydin Ay hate vegotin û li aqubeta wî hat pirsîn.

Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kiryarên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan.

Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê, rêveberê KURDÎ-DER, MEYA-DER, rêveberiya jinan ya nobedar ên BDP’ê, endamê meclîsa şaredarî û meclîsa giştî ya bajêr û gelek kes amade bûn. Li gel barîna zêde ya baranê daxuyanî hate dayîn.

Li ser navê ÎHD û malbatên windayan rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ilyas Êkîncî daxuyanî xwend. Ekîncî diyar kir ku, ew wek her hefteyê bi dirûşma “Bila winda bên dîtina û kiryarên wan bên darizandin” çalakî û rêzeçalakiyê wan di hefteya 204’mîn de hate berdewamkirin. Ekîncî destnîşan kir ku, ji bo kesê di salên 1990’î de hatine windakirin aqûbeta wan bê hîn bûn û ji aliyê komela wan ve di 19-31 Gulana sala 1996’an vir ve wek hefteya windayan hatiye îlankirin.

‘KURÊ MIN MIROVEKÎ RÊZDAR BÛ'

Ekîncî anî ziman ku, ji wê dîrokê vir ve heta niha çalakiyên wan di domin û got wek her hefteye ku tê zanîn çîroka windayek didin parvekirin. Ekîncî da zanîn ku, dê ew vê hefteyê çîroka windabûna welatiyê bi navê Aydin Ay ku dayîka wî kal vegotiye parvekir.

Ekîncî da zanîn ku, dayîka Ay, Raziye Ay çîroka kurê xwe wiha vegotiye: “Me li taxa 19 Mayisê li kolan 21’mîn di kûçeya 2100’an de li hejmara mala 24’an de jiyan kir. Kurê wê hêj 27 salî bû û di bihar û kemala ciwantiya xwe de bû. Di înşaatê de di xebitî û debara malbata me dikir. Li nav derdor û malbata xwe kesek rêzgirtî bû. Dema di 10’ê Tirmeha 1993’an de li derdora demjimêr 21.00’an di zivire malê, li gorî îfadeyên şahidên bûyerê; bi darê zorê ji aliyê 4 kesên bi çek û kincên sivîl ve tê revandin. Di ser bûyera kurê min de tam 19 sal derbaz bû jî wê demê heta niha miriye yan dijî me tu agahî jê negirt.”

’19 SALE ÇAV LI RÊ YE Û RONDIK ZIHA NEBÛNE’

Hest û hêviyên dayîkê ku ji ÎHD’ê re nivîsandiye Ekîncî wiha tîne ziman: “Ez wek dayîkek kal 19 sale çavê min li riyan ma û qet rondikên çavên min ziha nebûn. Min hêjî hêviya kurê xwe miriye winda nekiriye û ez hêj li bendê me ku rojek were malê. Lê belê rastî ne wek ku mirov hêvî dike. Qet nebe bila gorek kurê min hebe ji bo ku em carna herin ser gora wî herî kêm dê hinek êşa me bi kêm bibûya.”

Piştî daxuyaniyê çalekî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.