Di avahiya Walîtiyê ya nû de hestiyê mirovan hatin dîtin

Di avahiya Walîtiyê ya nû de hestiyê mirovan hatin dîtin

Li Colemêrgê di dema kolana avadaniya avahiya nû ya Walîtiyê de hestiyên mirovan hatin dîtin.

Dema ku makîneyên kar ji bo avahiya nû ya Walîtiya Colemêrgê ya li ser rêya Cûmhûriyetê ya li Taxa Bulakê di xebitîn, kilox û hestiyên mirovan dîtin.

Beriya vê li herêma ku avahiya Qereqola Cendirmeyan dihat bikaranîn kolan lê çêbûyî û hestî lê hatî dîtin, polîsên ku hatine cihê bûyerê hestî xistin nava torbê delîlan de.

Têkildarî hestiyên ku tê îdîakirin yên aydê mirovanin, Dozgeriya Komarê jî dest bi hûrkolînê kir.