Sala 2013'an bi binçavkirin û girtinan destpêkir. Di 16 rojên destpêkê yên Çileya 2013'an de ji 116 kesên hatin binçavkirin jê 57 kes hatin girtin.
Di sala 2013'an ku hêviya aştiyê zêde dibe û gavên çareseriya demokratîk û aştiyê tên avêtin de li aliyekî hevdîtinên li Îmrali tên kirin, li aliyê din qetilkirkirin, binçavkirin û girtin didome. Operasyonên siyasî û leşkerî berdewram kir.
Li Lice, Çelê û Nisêbînê operasyonên hatin lidarxistin. Di 31'ê Kanûnê de 10 gêrîlayên HPG'ê, di 7'ê Çileyê de 14 gêrîlayên HPG'ê û di 13 Çile de li Nisêbînê gêrîlayek bi tevahî 25 gêrîlayên HPG'ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dest dan. Ciwanekî Kurd li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û ciwanekî Kurd li bajarê rojava jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din operasyonên siyasî jî zêde bûn.
Polîs û leşkeran di serdegirtina malan û kargehan de zêdeyî 10 operasyon pêk anîn. Di operasyonên Meletî, Nisêbîn, Norşîn, Şirnexê, Mêrsîn û bajarên din de bi tevahî 116 kes binçavkirin û ji 116 kesan 57 kes hatin girtin. Ji 57 kesan zêdeyî 10 kesan zarokin.
Bîlançoya 16 rojan ya girtin û binçavkirinan wiha ye:
* 15 Çile: Li Meletiyê ji 15 kesên ku roja 11'ê Çileyê hatibûn binçavkirin 12 jê xwendekar bi tevahî 13 kes hatin girtin.
* Li navçeya Nisêbînê welatiyê bi navê Nevaf Akbaş hat girtin.
* 12 Çile: Li taxa Kurdalî ya navçeya Toroslarê ya Mêrsînê 2 roj berê 6 zarok ên bi navê F.U, M.Z, M.A, Ş.D, H.A. û D.D hatibûn binçavkirin. Ji 6 zarokên hatin binçavkirin 3 serbest hatin berdan û 3 zarok jî bi îdîaya "tevlî çalakiyên dijzagonî bûne" hatin girtin.
* Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 9'ê Çileyê de di bin navê doza KCK'ê de operasyon pêk hat û di operasyonê de 9 zarok hatibûn binçavkirin. Ji 9 zarokan jê 2 zarok serbest hatin berdan û 7 zarok bi îdîaya “endamê rêxistinê ne" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.
* 11 Çile: Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê 9 kesên ku di nav de rêveberên BDP'ê jî hebûn hatibûn binçavkirin. Ji 9 kesan jê 2 rêveberên BDP'ê hatin girtin û 7 kes jî serbest hatin berdan.
* 09 Cile: Şirnexê ji 17 kesên çar roj berê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 16 kesên di nav de xwendevan, xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat jî heyî hatin girtin.
* 07 Çile: Li navçeya Serêkaniyê ji 9 kesên hatin binçavkirin jê 7 kes serbest hatin berdan û 2 kes hatin girtin.
* 05 Çile: - Li Sêrtê welatiyê bi navê Methî Aykaç hate girtin.
* 04'ê Çile: Ji 19 xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê yên piştî rageşiyê hatin binçavkirin jê 18 xwendekar serbest hatin berdan.
* Li Nisêbînê ji 12 kesên hatin binçavkirin jê 8 kes ji doza KCK'ê ya Ciwanan hatin girtin.
* Li navçeya Silopî ya Şirnexê karkerê Şaredariye Selahattin Şık, hat girtin û şandin Girtîgeha tîpa M ya Mîdyatê.
* Li Mêrsînê zarokê bi navê E.G. (16) bi hinceta tevlî çalakiyabê destûr bûye hat girtin.
* Di 4'ê Çile de polîsan di ser şaredariyê û malên şaredar û rêveberên BDP'ê de girt û di nav de Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz jî heyî 5 kes binçavkirin û piştre serbest berdan.
* Li Sêrtê yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li taxa Conkbayirê bi tevlêbûna tîmên taybet û hêzên çevîk bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirina malan de polîsan Serokê DEHAP'a berê yê Tillo, Metin Beydogan, Adnan Beydogan û Mehdî Aykaç binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin polîsan ew birin Midûriyeta Polisan ya Sêrtê.
* 02 Çile: 2 kesên li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di meşa şermezarkirina komkujiya Roboskiyê de hatin binçavkirin, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.
* 01 Çile: Yekîneyên midûriyeta polîsan, serê sibê di ser 20 navnîşanan de girt. Polîsan di serdegirtina malên xwendekarên zanîngehê de herî kêm 15 xwendekar binçavkirin.