Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a ku bi daxwaza sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî, kete roja 20’emîn. Bi giştî di 14 girtîgehan de 137 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di salvegera Derbeya 12’ê Îlonê de ketin greva birçîbûnê û greva birçîbûnê di roja 20’emîn de ye.
Girtiyan bi daxwaza sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî ya ku dikeve meha 15’emîn, li girtîgehên li seranserê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Di roja 12’ê Îlonê de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Tîpa F ya Kandira 1 û Kandira 2, Tîpa F a Bolûyê, Tîpa ya Sêrtê, Tîpa T a Otlî ya Erziromê, bi giştî di 7 girîtgehan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 24’ê îlonê de greva birçîbûnê li girtîgehên nû hatin destpêkirin.
Ji 24’ê îlonê ve li Tîpa H a Erziromê, Tîpa L a Kalkankale ya Rizeyê, Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê, Girîgeha Tîpa H a Dîlokê, Tîpa L a Jimare 2 ya Sîlîvrî, Tîpa M a Midyadê, Tîpa E ya Mêrdînê, bi giştî li 8 girtîgehên din grev hate destpêkirin.
Li gorî agahiyên ji TUHAD-FED’ê hatin wergirtin, di 14 girtîgehan de 137 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dor kirine.
Navê girtiyên ji 12’ê Îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kirine ev În:
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA E YA AMED:
9 girtiyên jin di greva birçîbûnê de ne: "Sara Aktaş, Mizgîn Ari, Nîhayet Taşdemîr, Herdem Kizilkaya, Pero Dundar, Besîme Konca, Seve Demîr, Taybet Belge û Zeynep Kaplan "
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ:
15 girtî di greva birçîbûnê de ne: Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlûm Tekdag, Ercan Şengul, Tayîp Temel, Ramazan Başari, M. Şerif Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davut Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr, Osman Otun
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA KANDIRA 1
10 girtî di greva birçîbûnê de ne: Omer Faruk Çalışkan, Fehmi Arslan, Mahmut Guçin, Yusuf Keskin, Cevdet Halim, Îbrahim Aykurt, Nihat Baran, Necat Saci, Aydın Tunç, Hakan Yalçınkaya.
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA KANDIRA 2Ý:
9 girtî di greva birçîbûnê de ne: Muhammet Mahmo, Şehmus Oncel, Yasin Yılmaz, Ersin Yolu, Erol Şen, Suphi Yalçınkaya, Emrah Kaplan, Nazmi Dogan ve Abdullah Ruzgar.
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA E YA SÊRTÊ:
10 girtî di greva birçîbûnê de ne: Gulistan Abdo, Gulan Kılıçoglu, Emel Gultekin, Dilşah Kocakaya, Rızgar (Ecevit) Turhan, Burhan Eviz, Tevfik Ozdemir, Erdi Çelik, Abdurrahman Budak, Lokman Karaşi
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA F A BOLÛYÊ:
10 girtî di greva birçîbûnê de ne: Sakıp Hazman, Abdullah Oral, Maruf Turkan, Aydın Şaka, Muzaffer Akengin, Murat Avcı, Hasan Ateşçi, Ali Şek, Ali Adıman, Ahmet Akkurt.
GIRTÎGEHA OTLÎ YA ERZIROMÊ:
7 girtî di greva birçîbûnê de ne: Nihat Varlı, Tahir Temel, Îzzet Eren, Sedat Avcı, Bayer Ugurlu, Salih Erdem, Bulent Akar.
Girtiyên ji 24’ê Îlonê ve di greva birçîbûnê de ne:
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA H A ERZIROMÊ:
10 girtî di greva birçîbûnê de ne: Hacî Sincer, Selman Gulbahçe, Sinan Gencer, Omer Çelik, Adem Yilmaz, Muzaffer Yilmaz, Kanî Çelîk, Îbragimov Vezîr Abbassaviç, A. Kadîr Irmak û Veysî Akgonul
GIRTÎGEHA TÎPA L YA KALKANDERE YA RÎZEYÊ:
10 girtî di greva birçîbûnê de ne: Sedat Çayır, Mehmet Înatçı, Îlhan Dayan, Mazhar Tumen, Şerif Erten, Recep Bal, H. Mesut Çelebi, Edip Erdem, Mahsum Kahraman ve Metin Toprak
BAKIRKOY KADIN KAPALI CEZAEVÝ:
10 girtiyên jin di greva birçîbûnê de ne: Fatma Koçak, Ayşe Oyman, Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekin, Çimen Turk, Canan Guler, Nucan Can, Hacire Tanırgan, Hanım Çelik
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA H A DÎLOKÊ:
10 girtî di greva birçîbûnê de ne: Mehmet Çelîk, Cevzet Derse, Muslum Demîr, Necmettîn Ayhan, Murat Gumuş, Eyup Çelîk, Mulazim Manyak, Şaban Şahîn, Mubarek Aku û Îlyas Arzu.
GIRTÎGEHA TÎPA L YA SÎLÎVRÎ YA BI JIMARE 2:
10 girtî di greva birçîbûnê de ne: Mumtas Aydeniz, Rıdvan Balku, Erdal Avcı, Aslan Îşçioglu, Îsmail Adalmış, Arif Yılmaz, Osman Koşut, M. Selim Çelik, M. Baki Bingol, Şeyhmus Kalkan
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA M A MIDYADÊ:
7 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne: Derya Moray, Ayşe Kara, Mustafa Ayhan, Kemal Bahtiyar Hasan, Îlyas Demir, Beyhan Gozmen, Gıvara Atıko.
GIRTÎGEHA SERGIRTÎ YA TÎPA E YA MÊRDÎNÊ:
10 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne: Yunus Durdu, Musa Arslan, Fırat Arzu, Mehmet Yavuzel, Cumhur Karuman, Hiriş Menberî, Emin Gezer, Şirin Şahin, Zuleyha Yılmaz ve Behice Tanrıverdi
Girtiyên din jî dernakevin hevdîtinan û bi vî awayî piştgiriyê didin grevê.
Di nava girtiyên di grevê de 3 rojnamevanên girtî yên ji doza KCK’ê jî hene. Edîtorê DÎHA’yê Tayyîp Temel di 12’ê îlonê de, Edîtora DÎHA’yê Fatma Koçak û Edîtora Ozgur Gundemê Ayşe Oyman jî di 24’ê îlonê de desty bi greva birçîbûnê kir.