Di 12’ê Îlonê de Gun TV qedexe ye

Di 12’ê Îlonê de Gun TV qedexe ye

Li aliyekî darizandina rojnamegerên kurd li Stenbolê didome, li aliyê din zextên RTUK'e yên li ser çapemeniya kurd berdewam dikin. Saziya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), der barê Televîzyon û Radyoya Herêmî ya Amedê Gun TV de cezayekî balkêş birî. RTUK'ê bi hinceta "propaganda rêxistinê kiriye" cezayê ku di 12'ê Îlonê de weşanê neke û cezayê 11 hezar TL li TV birî.

Li aliyekî li Stenbolê 36 jê girtî 44 rojnamegerên kurd li Stenbolê tên darizandin. Li aliyê din zextên hikûmetê yên li ser çapemeniya kurd didomin. Li gorî nûçeya DÎHA’yê, RTUKê der barê Şîrketa Weşana Gun Radyo Televizyonê de, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" cezayê di 12'ê Îlonê de weşanê neke û 11 hezar TL pere birî. RTUK'ê bi hinceta Gun TV li dijî xala 8'an a hêjmar 6112'an a (nijad, ziman, ol, zayend, pol, herêm û mezhep naye cudakirin û di nava bawerî û civakê de nefter nayê avakirin" der barê Gun TV de 11 hezar û 26 TL cezayê îdarî birî. RTUK, biryar girt ku di 12'ê Îlonê de di bultena nûçeyên êvari ya saet di 19.30'an de li şûna nûçeyan belgewariyek biweşine.

RTUK'ê der barê bultena Gun TV de bi riya Midûriyeta Polîsan a Amedê bi hinceta di 30'ê Nîsanê de "şikayet" heye leklîn kirin û piştî lêkolînê biryar girt.

'GOTINA RÊBERÊ PKK'Ê SÛC E'

RTUK'ê di biryarê de diyar kir ku di navbera "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan" û "Peşengê PKK'ê Abdullah Ocalan" de tu cudahî tune û herdu gotin jî pesn didin. RTUK'ê da zanîn ku li şûna TBMM Meclîsa Tirkiye, polîsên hikûmetê, polîsên girêdayî hikûmetê li şûna cezaneyan ewladê xwe ji hev ne cuda ne. RTUK'ê dîsada zanîn ku merasima cenazeyên gerîlayên HPG'ê bi girseyî daye pêş û bi vî rengî "Propaganda rêxistinê kiriye." Dîsa nîşandana li ser goristanê wekî lêxwedîderketina HPG'î û propaganda nîşan da.

'STRANA SEBIR SEBIR' SUC HATE DÎTIN

RTUK'ê da zanîn ku strana "Sebir sebir" dewletê dike hedefa xwe û gel tehrîk dike. RTUK'ê der barê bultena êvarî û pêşkêşvanên bultenan nuçeyan Nefise Yildirmaz û Remezan Olçen de biryara ku li tu cihan tevlî bernameyên tv nebin girt.