Hestiyên Omer Çetîn ên ku di sala 1993'yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di kuştinên kiryar nediyar de hate qetilkirin, piştî otopsiyê radestî malbatê hatin kirin. Piştî hestiyên Çetîn hatin definkirin Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê li goristanê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Birayê Omer Çetîn, Ahmet Çetîn got, "Dewletê hestiyê birayê min ên di torba de diyarî min kirin."
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftena li goristanê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de Dayîkên Şemiyê li ser gora Omer Çetîn yê ku di sala 1993'yan de di kuştinên kiryar nediyar de hate qetilkirin, hatin cem hev. Di 22'ê Sibata 2012'an de Dozgerê Komarê yê Cizîrê biryara gora Çetîn ya ku li Goristana Cizîrê bê vekirin dabû û piştî 10 mehan karên otopsiyê berdewam kirin ji bo careke din hestiyên wê bên definkirin radestî malbatê hatin kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê M. Nezîr Akengîn, rêveberên MEYA-DER'ê, malbat û bi dehan welatî tevlî karê veşartinêbûn.
Di merasîma definkirinê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Birayê Çetîn Ahmet Çetîn wêneyê birayê xwe danî ber hestiyên birayê xwe yên di torbekî spî de û wiha got: "Dewletê hestiyê birayê min ên di torba de diyarî min kirin." Çetîn diyar kir ku, di sala 1993'an de leşker û cerdevanan di ser gundê Hirarê de girt û birayê wî hate binçavkirin û pişt re jî tu agahî jê negirtibûn û wiha axivî: "Çend roj şûnda cenazeyê wî li qadekî vala bi awayîkî neyê nasîn ji aliyê gundiyan ve hatibû dîtin."
Piştî hestiyên Çetîn bi slogana "Şehîd namirin" hatin definkirin Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cîzîrê M. Nezîr Akengîn axivî û raman kujer şermezar kir û wiha got: "Lêgerîna bi dehan dayîkên li vir ya edaletê bi salane berdewam dike. Êdî em dixwazin kestiyên kesên windakirin radestî malbatan bên kirin û dayîk negirîn."
Hate zanîn ku, têkildarî otopsiyê ti agahî nedane malbat û parêzerên malbatê.