Dewleta Tirk bi darê zorê koçberên Serêkaniyê qewirand

Dewleta Tirk bi darê zorê koçberên Serêkaniyê qewirand

Hikûmeta Tirkiyeyê koçberên ku ji ber pevçûnên li Serêkaniyê reviyabûn Bakurê Kurdistanê, bi darê zorê dersînorê Dirbêsiye dike. Welatiyên ku hatine dersînorkirin diyar kirin ku ji ber ku wan piştgirî nedaye komên çete ew hatine qewirandin.

Duh êvar koçberên ji Serêkaniyê ku ji ber pevçûnan cihê xwe terikandibûn û hatibûn Bakûrê Kurdistanê ji aliyê rayedarên Hikûmeta Tirkiyeyê ve bi 5 otobusan hatin siwarkirin û bi darê zorê ew birin Ambar a girêdayî Dirbesiyeyê. Gelê Serêkaniyê yên ku ji ber şerê li Serêkaniyê koçî bakurê Kurdistan û Tirkiyê kiribûn, li wargehên gelek xerab hatibûn bicihkirin. Welatiyên ku ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve bi darê zorê cardin vegerandin Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re axivîn.

Welatiyan diyar kir ku Dewleta Tirk ev 2 rojin ew girtine û niha jî bi darê zorê ew dersînor kirine. Welatiyê ku bi darê zorê hatiye dersînorkirin ê bi navê Mihemed Nûh aşkera kir ku dewleta Tirk xwestiye ew piştgirî bidin komên çete û ji ber ku wan ev yek qebûl nekiriye rayedaran ew dersînor kirine.

Nûh di berdewamê de wiha axivî: "Ddewleta Tirk ji me xwest ku em alîkariya komên çete bikin. ji ber ku me xwesteka wan ne pejirand, em ber bi kampeyên ku ji çadiran tenê pêk tên birêkirin. Bawer bikin heta lawiran jî nikarin li wir bijîn. Piştî ku hat zanîn em piştgirî nadin komên çete em ji wargehê derxistin û 2 rojan em li gel wan girtî man. Pişter jî îro em bi darê zorê qewirandin Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê.''