'Dewlet rewşa Sûriyeyê ji bo valakirina Kurdistanê bi kar tînin'

'Dewlet rewşa Sûriyeyê ji bo valakirina Kurdistanê bi kar tînin'

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, bal kişand ku di serî de Tirkiye hinek hêz, ji bo ku dewlemendiyên Kurdistanê bi dest bixin siyasetek gemar dimeşînin, rewşa şer a li Suriyeyê jî bi kar tînin û kurdan teşwîqî koçberiyê dikin. Ehmed, da zanîn ku kurdên li Îzmîrê jî di encama vê polîtîkayê de jiyana xwe ji dest dane û ji gel xwest ku guh nedin vê siyaseta xapandinê, li şûna vê bi alîkariya saziyên xwe pirsgirêkan çareser bikin.

Piştî ku li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê, li qeraxa Deryaya Egeyê, 60 kurdên ji Rojavayê Kurdistanê di encama binavbûna keştiyek biçûk de jiyana xwe ji dest dan, nirxandinên li ser mijarê didomin. Di nirxandina tişta hevpar jî ew e ku bûyer komkujî ye û di encama siyasetek gemar de pêk hatiye. Endama Desteya Bilind a Kurd a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî, têkildarî mijarê ji ANF re nirxandinên girîng kirin.

'GEL DI NAVA LÊGERÎNÊ DE YE'

Îlham Ehmed, bi bîr xist ku li Suriyeyê şerek û siyasetek pir taybet tê meşandin, di encama vê yekê de jî rewşek birçîbûn â xirabûnê derdikeve holê. Ehmed, diyar kir ku gel jî, ji bo pêwîstiyên xwe bi cîh bîne, dikeve nava hewldanan. Ehmed, anî ziman ku rejîm jî, ji bo ku di vî şerî de bi kar bîne, ciwanan bi zorê dibe leşkeriyê, dîsa kesên ku beriya niha leşkerî kirine jî bi zorê dibe. Ciwan jî, ji bo ku neçin leşkeriyê û her wiha derfetên jiyanê biafirînin, hewl didin ku derkevin derveyî welat.

'DEWLET REWŞA HEYÎ DIKIN AMURÊ SIYASETÊ'

Ehmed, daxuyand ku dewletên cîran vê rewşa Suriyeyê, wekî amûrê siyasetek qirêj bi kar tînin û wiha dom kir: "Ev siyaset bi zanebûn tê meşandin û tê xwestin ku Kurdistan bê valakirin. Bêguman ev koçberî ne tenê di pêvajoya şoreşê de pêk tê, beriya şoreşê jî hebû. Siyasetek ji bo ku ciwanên kurd li ser xaka xwe nemînin hatiye meşandin. Ciwanên kurd neçar hiştine ku koç bikin, mînak li Şamê gelek ciwanên kurd hene. Dîsa li Helebê nêzî 500 hezar kurd dijîn, li derveyî bajarên ereban, li Libnan, Ewropa û Başûrê Kurdistanê jî gelek penaberên kurd hene. Ev hemû di encama siyaseta qirêj de pêk hatine. Nehiştine ku projeyên aborî bêne çêkirin, nahêlin ku kurd bi dewlemendiyên xwe debara xwe bikin."

'DEWLETA TIRK LI SER ROJAVA SIYASETEK TAYBET DIMEŞÎNE'

Endama Desteya Bilind Ehmed, bal kişand ku hatiye xwestin welatê kurdan bê valakirin û li şuna wan welatiyên ji neteweyên din bêne bicîhkirin. Îlham Ehmed ji bo vê jî, siyaseta Tirkiyeyê mînak nîşan da û ev tişt gotin: "Dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava siyasetek taybet meşand. Hewldanên wê yên ji bo avakirina herêma tampon jî, bi armanca koçberkirina kurdan e. Li bajarekî hîn şer lê tune ye, bi gotegotên 'li van deran şer û kuştin heye, gel direve' dixwaze gel teşwîqî koçê bike. Kesên ku koçber bûne jî li kampên li ser sînor çêkirine bi cîh dike, demekê li wan deran digire. Li wan deran tu jiyanek mirovî tune ye, lê siyasetek wisa tê meşandin ku ev milet welatê xwe berde. Bi vê yekê re jî armanc dikin ku piştî valakirinê dest deynin ser van herêman û dewlemendiyên wê desteser bikin. Her wiha dixwaze nokerên xwe li van deran bi cîh bikin."

'KOMKUJIYA ÎZMÎRÊ ENCAMA VÊ SIYASETÊ YE'

Ehmed, welatiyên kurd ên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dane jî, wekî encama vê polîtîkayê nirxand û wiha pê de çû: "Du mehan li Tiryiyeyê mane. Ne mumkun e ku evqas kes, di demeke wiha dirêj de li wir bimînin û haya dewletê pê tune be. Dewleta Tirkiyeyê ku pesnên xurtbûna îstîxbarata xwe dide, çawa dibe ku haya wê pê nabe? Lewre em nikarin bêjin ku haya dewletê pê tune ye. Dîsa siwarkirina evqas kesan li keştiyek biçûk tiştekî pir bi êş e û ev bi zanebûn tê kirin. Siyaseta, 'Hejmara kurdan zêde ye, divê bêne kêmkirin' tê meşandin. Bi taybetî jî dixwazin ciwan koçber bibin da ku ev welat bê pêşeroj bimîne, ji ber ku pêşeroja vî welatî ciwan dê biparêzin. Ew dixwazin pêşiya vê bigirin."

'GEL DIKARE DEWLEMENDIYÊN XWE BI KAR BÎNE Û GIRÊDAYÎ TU KESÎ NEBE'

Îlham Ehmed, daxuyand ku gel dizane ka dê çawa xwe bi rê ve bibe, sîstema xwe heta astekê jî aniye, lê li hemberî wan polîtîkayek wekî, "Li derveyî welat jiyanek xweştir heye, li vir şer heye" tê meşandin û ev jî gel dixe nava fikaran. Ehmed, bi bîr xist ku li Rojavayê Kurdistanê jiyan girêdayî çandiniyê ye, gel çandiniya xwe li ser axa xwe dike, loma jî tu kes û hêz nikarin pêkutiyê li ser bimeşînin û girêdayî xwe bikin. Ehmed, got ku gel dikare bi vê yekê bi awayekî azad bijî û riyên pêşîlêgirtina koçberiyê wiha rêzkirin: "Gel dizane berhemên axa xwe bi dest bixe û encamên wê bigire. Lewre tu hêz nikarin zû bi zû îradeya gel ji dest bigire. Gel dikare bi vê yekê xwe bi xwe birêve bibe û pêşiya koçberiyê bigire. Dîsa mirov dikare bazirganiyê pêş bixe û têkiliyên bi derve re çêbike. Em niha li ser mijarên wekî 'Em wekî kurd dikarin têkiliyên bi derve re çawa çêbikin, bazirganiyê pêş bixin û pirsgirêkên aborî çareser bikin?' disekinin. Gelê me her tim bi keda xwe pêdiviyên xwe bicîh anîne, destê xwe li ber tu kesî venekiriye. Jixwe heta niha tu alîkariyek jî, ji derve nehatiye. Ji niha û pê de jî, destê xwe li ber tu kesî venake, li benda çadirekê an jî nanekê nabe. Gelê me dikare bi riyên rêxistin û meclîsên xwe yên hatine avakirin, projeyên xwe çêbike û bikeve nava hilberîne. Bi vî rengî em dikarin vê merheleyê derbas bikin. Li ser van mijaran nîqaş û lêgerînên me hene. Bi vê yekê jî em dixwazin pêşiya koçberiyê û siyaseta qirêj bigirin."

Îlham Ehmed, ji bo gel jî ev bang kir: "Divê gelê me jî li ser axa xwe bimîne û bi parêze. Axa xwe dewlemend bike. Li derve jiyanek xweşik û baştir tune ye. Ev siyasetek ku gel dike parsek e. Divê em bi hestên netewî tevbigerin û ji hevdû re bibin alîkar. Cîranê me birçî be, divê em alîkar bin. Dîsa pêwîste em ji bilî kurdan, alîkariya welatiyên ji derve tên vir jî bikin."