Gundiyên ku di nav çarçoveya projeya ‘’Vegera li Gund’’ de piştî 18 salan bi daxwaza Walî çûne gundên Qerneh û mezraya Kupruceya girêdayî navenda Şirnexê, ku hatibûn valakirin, encex saetekê karîn li gundên xwe bimînin. Li gel biryara Walitiyê jî ji bo ku Serokerkaniyê herêma ku gundê Qernehê vedihewîne nav xwe wekî herêma qedexe li dar xist, leşkeran gundî paş de vegerandin.
Gundiyên Qernehê yê xweyî 600 şênî ku li Şirnexê di 1993yê de beşek jê û di 1994ê de bi tevahî hatibû hilweşandin û valakirin û bi sedan gundiyên ku ji mezraya Kupruceyê koç kiribûn û neçar mabûn li Dêrgulê bijîn, bi çarçoweya ‘’Projeya Vegera li Gund’’ di meha Tebaxê de serî li Walitiya Şirnexê dan.
Piştî nivîsa Walitiya Şirnexê ya di 11ê Hezîrana 2012ê de ku li gorî zagona 492/205ê ji bo li gund vegerin ew dikarin serî lê bidin, muxtarê gundê Qernehê Tahir Suyur û bi imzeya nêzîkî 100 gundiyan di meha Tebaxa bihurî de serî li Buroya Vegera li Gund a Navenda Koordînasyona Projeya Walitiyê dan û li gorî destûra hatî dayîn xwestin ku li gundên xwe vegerin.
Di serîlêdanê de ku bi imzeya muxtarê gund, Tahir Suyur hatibû kirin, dihate gotin ku ji bo vegera li gund pêdivî pê tiştekî nîne û gundî dikarin li gundên xwe vegerin û hatibû gotin ku gelek gundên ku ji salên 1994ê ve hatine valakirin dixwazin ku dîsa ji bicihûwarbûnê re vekin û xwestibûn ku alîkariya maddî li wan were kirin.
Piştî bersiva erênî ya Buroya Vegera li Gund a Walitiya Şirnexê û destûr hate dayîn, di rojên bihurî de gundiyên ku ev 18 sal bûn li Dêrgulê dijiyan, alavên xwe li trektorê bar kirin, rahiştin kuling û bêrên xwe lê gundiyan encex saetê dikarîn li gundê xwe bimînin. Leşkerên ku hatin ba gundiyên ku di destê wan de kuling û bêr û hewl didan malên xwe ji nû ve ava bikin, ji wan re gotin ku herêm ji hêla serokerkaniyê (fermandariyê) ve hatiye qedexe kirin û ji wan hate xwestin ku ji gund vegerin. Piştî vê qedexeyê gundihên ku piştî 18 salan li gundê xwe vegeriyan dîsa alavên xwe li trektorê bar kirin û vegeriyan Dêrgulêya ku lê dijiyan.
Piştî destûrdayina Walitiyê Mehmet Bozkurt diyar dike ku wan çend rojan kar û barên xwe kirine, alavên xwe li trektorê bar kirine û wiha pê de diçe; ‘’Piştî 18 salan em kêfxweş bûn ku em ê li gundê xwe vegerin. Me alavên xwe li trektorê bar kin û em ketin rê. Dema ku me destûra walitiyê nîşanî Tabûra Gormeçê ya li qiraxên Gebarê da bêyî pirsgirêk em çûne gund. Gelek leşkerên li vir jî diyar kirin ku bi salan e li van deran mirov nemane û kêfxweşiya xwe ya ji vegera me nîşan dan. ‘’
Piştî ku qedexeya Fermandariya Jandarmeya Kumçatiyê gundiyên ku bi hêviyeke mezin çûbûn gundên xwe, piştî ku çend saetan man, ji bo qedexeya leşkeran dîsa li Dêrgulê vegeriyan.