Baroya Colemêrgê xwest ku li Geliyê Tiyarê têkildarî mirina jina bi navê Ayza Çetîn ya 39 salî ya di bombebarana helîkopteran de jiyana xwe ji dest da, lêkolînan bike çû herêmê bi hinceta li herêmê operasyon heye destûr nedan bikeve herêmê.
Li gundê Tiyarê yê nêzî Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama bombebarana helîkopterên Tirk de jina bi navê Ayza Çetîn ya 39 salî û dayîka 8 zarokan jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Çetîn duh li Colemêrgê hatibû definkirin.
Baroya Colemêrgê têkildarî mijarê xwest ku li herêmê lêkolînan bike. Lê bi hinceta li herêmê operasyon berdewam dike destûra heyeta baroyê nehate dayîn. Serokê Baroya Colemêrgê Kutbettîn Beyazît têkildarî mijarê li nûnertiya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Beyazît diyar kir ku, wan xwest têkildarî bûyerê li cihê bûyerê lêkolînan bikin çûn Çelê. Beyazit anî ziman ku, ji ber operasyon berdewam dike destûra wan nehate dayîn û wiha got:
"Di vê çarçoveyê dem me bi Serdozgeriya Çelê, Waliyê Colemêrgê û dozger re hevdîtin kir. Agahiya têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin, ji ber operasyon berdewam dike li cihê bûyerê hêj lêkolîn nekirine û di otopsiya jinê de şopa guleyan tuneye perçeyê şarapnelê hatiye dîtin girtin."
Beyazit da zanîn ku, ew ji jiyana welatiyên li wir dijîn bi gûmanin û wiha pê de çû: "Em dizanin li wir welatî dijîn û ji ber vê yekê em bi gûmanin. Ligel zagonên OHAL'ê tunene dîsa jî heman tê pêkanîn. Em weke parêzvanên mafên mirovan tu êrîşên li dijî mafê jiyanê mafdar nabînin. Werin em hemû bi hev re bibin yek û li dijî mirinan rawestin."