Berdevkê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman komkujiya li Parîsê şermezar kir û li dijî hemû gelê Kurd bi nav kir. Silêman da zanîn ku komkujî li dijî hemû gelê Kurd e.
Berdevkê yê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman derbarê qetilkirin damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsa paytexta Fransayê pêk hatibû bi daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir.
Silêman got:''Ev komkujiya bi hovane ne tenê li dijî kesayeta van şehîdane, lê belê bi kiryarên bi vî rengî dixwazin vîna hemû gelê Kurd bixin û pirsgirêka kurd ber bi xetimandinê ve bibin. Komkujiya Parîsê ne tenê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê ye, lê belê ew her çar parçeyên Kurdistanê eleqder dike û bi taybet jî kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di merheleya cewherî re derbas dibin. Di kongera Encumanî Niştimanî Kurdî de me ev bûyer şermezar kir û me her sê şehîdên jin wek şehîdên gelê Kurd bi nav kirin''.