Desteya Bilind a Kurd, ji bo ku kar û barên xwe bi awayekî lezgîn û birêkûpêktir bimeşîne, her wiha daxwazên gel guhdar bike, li 5 bajarên Rojavayê Kurdistanê navendan vedike.
Desteya Bilind a Kurd ku di 24'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Meclîsa Gel û Meclîsa Niştîmanî ve hate avakirin û ji aliyê gel ve wekî îrade hate pejirandin, sîstema xwe ya birêxistinkirinê pêş ve dibe.
Desteya Bilind ku heta niha komîteyên "Civakî, Siyasî û Parastinê" yên bingehîn û komîteyên girêdayî vana ava kirine, niha jî li 5 bajaran navendan vedike. Rayedarên Desteya Bilind bal kişand ku heta niha navendek wan tunebû, karên wan rêkûpêk nedihatin pêkanîn û ji bo pêkanîna karekê gelek dem derbas dibû, her wiha gel jî di warê xwe gihadina Desteya Bilind de zehmetî dikişandin.
Rayedarên desteyê anîn ziman ku ji ber van sedeman wan biryar girtiye ku li 5 bajarên Rojavayê Kurdistanê navendan vekin. Di vê çarçoveyê de, dê li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amudê, Kobanê û Efrînê navendên Desteya Bilind a Kurd bêne vekirin. Bi van navendan tê armanckirin ku têkiliyên bi gel re bêne xurtkirin û gel jî karibe hemû pirsgirêkên xwe bi riya van navendan ragihîne desteyê. Çav li rê ye ku ev navend di demeke kurt de bêne vekirin.