Desteya Bilind a Kurd di çarçoveya biryara beriya niha girtibû û peymana Hewlêrê de, Komîteya Sulh û Edaletê ava kir.
Bi armanca avakirina Komîtiya Sulh û Edaletê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro (23'ê kanûnê 2012) li navenda Desteya Bilind a Kurd civînek hate lidarxistin. Di civînê de piştî nirxandinên hatin kirin, damezirandina komîteyê hate îlankirin. Di daxuyaniya nivîskî ya ku piştî civînê ji aliyê Komîteya Sulh û Edaletê ve hatedayîn de, hate destnîşankirin ku komîte di wê baweriyê de ye ku dê di karê xwe de biser bikeve û erkên xwe yên ji bo xizmeta civakê bicîh bîne. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirinku Komîteya Sulh û Edaletê dê di nava civakêde karê xwe bêyî ku alîgiriya tu kesan bike bimeşîn ev bang li gel hate kirin:
"Em bang li gel dikin ku alîkariyê bidin me da ku em civakek ji sûc û tundiyê dûr ava bikin. Her wiha ber bi civakek aramiyê ku ji bo hemû mirovên tê de edalet û wekhevî heye ve biçin."