Desteya Alîkariyên Mirovahiyê li Rojavayê Kurdistanê ava bû

Desteya Alîkariyên Mirovahiyê li Rojavayê Kurdistanê ava bû

Li bajarê Qamişloyê Desteya Alîkariyên Mirovahiyan berfanbarê hate damezirandin. Desteyê piştî civîna xwe ya yekemîn, daxuyaniyek da raya giştî avabûna xwe ji raya giştî re ragihand.

Li bajarê Qamişlo duh êvarêê li ber ronahiya findan civîna damezirandina Desteya Alîkariyên Mirovahiyan hate li darxistin. Civîna saet di 17.00’an de ji ber tunebûna ceyranê li bajêr, pêk hat. Bi amedebûna endamên Desteya Bilind a Kurd û endamê Desteya Alîkariyên Mirovahiyan hate lidarxistin. Di civînê de rewşa Rojavayê Kurdistamê ku niha di nava embargoyê de dijî hate nîqaşkirin. Li ser rêbazên çareseriyê nirxandin hatin kirin.

Di dawiya civîna ku derdor 2 setan li ber ronahiya findan hat lidarxidtin de, daxuyaniya damezirandina Desteya Alîkariyên Mirovahiyan ji raya giştîre hate dayin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 21-12-2012 de ji ber pirsgirêkên mirovahiî û û xizmetkarî yên di warê tenduristî ku li hemû Sûriyeyê heye û bi taybet herêmên kurdan, em îlana damezirandina Desteya Alîkariyên Mirovahiyan li herêmên kurdan dikin. Em di heman demê de bangî hemû raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mirovahî û navnetewî ku di warê alîkariyên mirovahî de dixebitin ku destên alîkariyê dirêjî herêmên me, yên ku bûne welatê piranî welatiyên sûrî ku ji ber şer reviyane, bikin.”

Her wiha di heman mijarê de Berdevka Desteya Alîkariyên Mirovahiyan Stêr Beşar Qasim destnîşan kir ku mebesta wan ji avakirin desteyê ew e ku bikarin ambargoya herêmê heye rabikin û bi lez gelê xwe ji tengezariyê rizgar bikin. Wiha got:“Me ev Deste ava kir, ji bo em bikarin riyên alîkariyê li gelê xwe re vebikin û divê sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de were vekirin. Ji ki ber ku komîeyta hevbeş hatiye avakirin” . Qasim destnîşan kir ku xebatên wan ne siyas îne, dê di xebatên mirovahî û alîkariyan de kar bikin.

Berdevka Desteya Alîkariyên Mirovahiyan Dr. Mizgîn Şêxê jî diyar kir ku ewê hewl bidin ku xwe bighînin hemû saziyên mirovahî yên cîhanê. Her weha Şêxê bal kişand ku ew ê ji Hukûmeta Herêmê venegerin ta ku derî ji gelê Rojava re vekin. Her weha Şêxê ji hemû gelê kurd xwest ta ku destê alîkariyê dirêjî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin.