Desteya Alîkariya Mirovahiyê ya Rojava xebatên xwe berfireh dike

Desteya Alîkariya Mirovahiyê ya Rojava xebatên xwe berfireh dike

Desteya Alîkariya Mirovahî ya 22'ê Kanûna sala 2012'an hat avakirin, 5’ê çileyê li bajarê Qamişlo civîna xwe lidar xist. Di civînê de komîteyên girêdayî desteyê hatin sazkirin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê, li hemberî ambargo û girtina sînorê Başûrê Kurdistanê hewildanên xwe yên çareserkirina pirsgirêkan dewam dike. Di çarçoveya van hewldanan de, 22'ê Kanûna sala 2012'an Desteya Alîkariya Mirovahî ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd hatibû avakirin.

Bi armanca çalakkirina komîteyên girêdayî Desteya Alîkariyê, li bajarê Qamişlo civînek hat lidarxistin. Di encama nirxandinan de, ev komîte hatin avakirin: Komîteya Têkilî û Ragihandinê, Komîteya Koordînasyon û Belavkirinê, Komîteya Arşîv û Rêveberiyê.

Desteya Alîkariya Mirovahî di civînê de biryara da ku komîteyek ji 6 kesan pêk tê bişîne bajarê Serêkaniyê da ku pêdiviyên welatiyan destnîşan bike.

Her weha hat gotin, ji bo bidestxistina encaman wê komîte bi saziya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurd re kar û xebatê bike. Piştî civînê berdevkên Desteya Alîkariya Mirovahî Mizgîn Şêxê û Nesrîn Gedo derbarê plansaziya kar û xebatên xwe agahî dan.