Destana Berxwedana Sedsala 21'an: Kobanê -3
Çeteyên DAIŞ'ê yên di meha Hezîranê de bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kirin, li pêşberî berxwedanên destanî fêm kirin ku Kobanê bi êrîş û stratejiyên ji rêzê re bi dest nakeve.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di meha Hezîranê de bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kirin, li pêşberî berxwedanên destanî fêm kirin ku Kobanê bi êrîş û stratejiyên ji rêzê re bi dest nakeve.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di meha Hezîranê de bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kirin, li pêşberî berxwedanên destanî yên li Eviko, Kunhefteare û Zor Mîxare fêm kirin ku Kobanê bi êrîş û stratejiyên ji rêzê re bi dest nakeve. Çeteyên ku di dawiya meha Hezîranê de reviyan, di tevahiya meha Tîrmehê de, di çarçoveya "Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê" de derbên giran xwarin. Kobanê ya ku meha Tebaxê bi bêdengî derbas kir, di nava meha Îlonê de, bi êrîşeke newekheviya hêzan a dişibe berxwedana 300 Spartayiyan li hemberî artêşa Persê, rast hat. Çeteyên DAIŞ'ê bi hejmara çete û hêza çekan a têra dagirkirina çend bajarên mezin dikin, êrîşî Kobanê kirin.
DAIŞ'Ê HÊZA MEZIN A ÇEKAN A ARTÊŞA SÛRIYEYÊ BI DEST XIST
Çeteyên DAIŞ'ê di tevahiya meha Tebaxê de êrîşî navendên artêşa Sûriyeyê kir. Êrîşa destpêkê li hemberî navenda leşkerî ya rejîmê ya li bajarê Ayn Îsa hat kirin. Êrîşa li hemberî navenda ku bi hezaran leşker lê bûn saet 20:00 ê êvarê de destpê kir û nîvê şevê artêşa Sûriyeyê ji vir reviya, beşeke mezin a cebilxaneya xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re hişt. Piştî Ayn Îsa, çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan balafirgeha leşkerî ya li Tabqa ku çekên giran ên rejîmê lê bûn û ev der jî di nava rojek du rojan de bi dest xist. Bi vî rengî bû xwedî hêzeke mezin a çekan. Li Tabqayê herî kêm 40 tank bi dest xist. Piştî Ayn Îsa û Tabqayê, çeteyan êrîşî Deyr-e Zor kirin û li vir cebilxaneyeke zêde ya rejîmê wergirt. Çeteyên DAIŞ'ê di nava meha Tebaxê de hejmareke mezin a çek û cebilxaneyên rejîmê, ku têra dagirkirina bi dehan bajaran dike, bi dest xistin.
DI DAWIYA MEHA TEBAXÊ DE ÇEK LI DERDORA KOBANÊ HATIN BICIHKIRIN
Çeteyên DAIŞ'ê çekên ji navendên leşkerî yên rejîmê wergirtin, beş bi beş ber li derdora Kobanê bi cih kirin. Di dawiya meha Tebaxê de êdî temamiya çekên ji rejîmê hatin wergirtin û ji Iraqê hatin anîn, li derdora Kobanê hatibûn bicihkirin.
ŞERÊ LI HEMBERÎ REJÎMÊ SEKINÎ
Di hefteya destpêkê ya meha Îlonê de, hemû şerên li hemberî artêşa Sûriyeyê hatin sekinandin û hemû hêza çete ya li Sûriyeyê berê xwe da Kobanê. Hêzên rejîmê jî di nava vê demê de ne ji hewa ne jî ji bejahî ve, li hemberî hêza çeteyan ti operasyon nekirin.
LI XETA SÎNORÊ TIRKIYEYÊ TEVGERA ÇEKAN
Di heman rojan de Kobaniyan tespît kirin ku dewleta Tirk di xeta trenê ya Bexdayê de, ku li ser sînorê Kobanê derbas dibû, trenên xwe li nuqteyên sînor ên çeteyan disekinand û çek dida çeteyan. Fermandarên YPG/YPJ'ê ev tevgera di vê demê de dişopandin û didan zanîn ku bi çekên li her sê eniyan û xeta sînor a Tirkiyeyê re amadekariya êrîşeke gelekî mezin tê kirin û bal dikişandin ser rola dewleta Tirk.
DI WAN ROJAN DE REWŞA KOBANÊ
Kobanê heta wê rojê, zêdeyî du salan di nava dorpêçiyê de bû, têkiliya xwe bi cîhana derve re hatibû qutkirin û pêdiviyên xwe bi çavkaniyên xwe peyda dikir. Rêveberiya kantonê di nava vê dorpêçiyê de bi destpêkirina pêngava çandiniyê re hewl dida ji pirsgirêka xwarinê re çareseriyê bibîne. Bi dorpêçkirina bajêr ji aliyê çeteyan re, eletkrîk û av li ser bajêr hatibû birîn. Bi jenerator û ava ji bîran dihat derxistin re hewl dihat dayîn ev pirsgirêk bê çareserkirin.
TIFAQA BÛRKAN EL FIRAT
Her wiha di van rojan de, hêzeke têra parastina bajêr bike li hemberî êrîşeke mezin, li Kobanê tinebû. Li ser banga seferberiyê ya ji Kobanê û bakurê Kurdistanê, şervanên nû tevlî refên YPG/YPJ'ê bûbûn. Van şervanên nû di mehên Hezîran û Tîrmehê de bi vîneke bêhempa, çeteyên DAIŞ'ê têk biribûn û amade bûn ku ruhê fedaî li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe bidin. Di hefteya destpêkê ya meha Îlonê de ji nûnerên gelê Ereb ên di nava artêşa azad de komên pêşverû yên weke Siwar El Reqqa, Şemsî Şîmal, di bin navê Bûrkan El Firat de li Kobanê tifaqa leşkerî kirin. Ev tifaq di tevahiya herikîna dîrokê de tifaqa yekemîn a di navbera gelên Kurd û Ereb de bû.
Bûrkan El Firat, heman piştî ragihandina tifaqê li hemberî çeteyAên DAIŞ'ê hin rêzeçalakî pêk anî. Di nava van çalakiyan de ya herî balkêş, di hefteya duyemîn a Îlonê de erîşa li navenda Cerablûsê bû, ku di encamê de gelek çete hatin kuştin.
ÊRÎŞA MEZIN DESTPÊ KIR
Di dema demjimêrên 14'ê Îlonê bi 15'ê ve girê didan de êrîşa ewilî destpê kiribû, ku berxwedana fedaî ya li hemberî vê yekê wê di rûpelên dîrokê de li kêleka parastina Stalîngrad û berxwedana Spartayiyan a li Thermapolîa (Derbasokên ji Agir) a li hemberî Persiyan, weke destana parastina nirxên mirovahiyê bihata nivîsandin. Çeteyên DAIŞ'ê bi fuze, topên hawanê û gelek tankan êrîşî gundên Tahlik û Zerik ên li rojavayê Kobanê kirin. Dema fermandarên YPG/YPJ'ê berê xwe dan vê herêmê, vê carê lie niya rojhilat, herî kêm bi 8 tankan êrîş li hemberî gundên Serzorî, Qizelî, Huriye, Leqleqo û Qorikê destpê kir. Di sibeha 15'ê Îlonê de li eniya başûr jî êrîşê destpê kir. Çeteyên DAIŞ'ê yên beriya niha li her sê eniyan êrîş kiribûn, vê carê li başûrrojhilat û başûrrojava jî weke du eniyên cuda bi çek û çeteyan tijî kir û eniyên êrîşê kir pênc.
'EM Ê VÎ ŞERÎ QEZENÇ BIKIN!'
Di demeke kurt de çarçoveya vê êrîşê hat fêmkirin. Fermandariyên YPG/YPJ'ê, hînê di kêliya destpêkê de fêm kiribûn ku ev êrîş û tevgera dagirkirinê ji rêzê nîne. Çeteyên DAIŞ'ê vê carê bi çek û hêza ji tevahiya Sûriyeyê berhev kiribû, êrîş dikirin. Zelal bû ku armanca wan di demeke kurt de dagirkirina Kobanê bû. Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê di van kêliyan de ev tespît dikir: "Ev wê nebe şerekî ji rêzê. Wê bibe şerekî di navbera çekên teknolojiya pêşketî ya hovîtiya serdestiya mêr û vîn-hêza modernîteya demokratîk. Em ê vî şerî qezenç bikin."
SIBE: Rûpela destpêkê ya destana berxwedanê: Berxwedana Serzorî