Dêrsim îro ji bo yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz li ser piyan e. Cenazeyê Sakîne Cansis ji aliyê bi dehhezaran kesî ve bi dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Heval Sakîne Nemir e” ber bi mala wê ve bi rê dikin.
Cenazeyê Sakîne Cansiz ku duh li Amedê tevî yên Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ji aliyê sedhezaran kesî ve hate pêşwazîkirin, anîn warê wê Dêrsimê. Di saetên danê sibê de bi hezaran kes li ber cemxaneya Dêrsimê ya ku cenazeyê Cansiz têde bû kom bûn. Girseya gel reş girêda û bi Dimilkî û Kurmancî lorandin.
Dayika Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz darbesta keça xwe hembêz kir û lorand. Lorandina dayika Cansiz bû sedema kêliyên hestewar. Jinên ku hatin cemxaneyê yek bi yek darbesta Cansiz a ku bi ala PKK’ê hatibû xemilandin maç kirin û xatir jê xwestin. Ji cenxaneyê dengê lorîn û şînê bilind dide, li derve jî girseyê wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin.
BI DEHHEZARAN KES MEŞIYAN CEMXANEYÊ
Bi dehhezaran kesên ku li navenda bajêr ji bo cenazeyê Sakîneyê kom bibin, meşiyan cenxaneyê. Di meşê de tevî Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ya Stenbolê, Hewldana 78’an, HDK; EMEP, BDP, Eniya Gel û DHF û gelek rêxistinên sivîl û demokratîk tevî dehezaran kesî tevlî meşê bûn.
Bi dehhezaran dirûşimên “Destê dirêjî aşitiyê dibe, bila bişkê”, “Jin Jiyan Azadî,” , “Dêrsim ranezê li şehîdê xwe xwedî derbikev”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî Serok Apo”, “Heval Sakîne nemir e” qêriyan.
Di meşê de pankartên “Em hemû Sakîne ne”, “Em hemû Fîdan in”, “Em hemû Leyla ne” hatin hilgirtin. Piştî mitîngek cenaze dê li Goristana Asrîyê bispêrin axê.