Li Dêrsimê xebatên merasîma cenazeyê ji damezrênerên PKK'ê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hate qetilkirin ber bi dawîbûnê ve diçin. Li navenda bajar wêneyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin hatin daliqandin.
Li bendê ye ku cenazeyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên ku di 9'ê çileyê de li paytexta Parîsê ya Franseyê hatin qetilkirin bînin Amedê. Merasîma cenazeyan dê di pençşemê saet di 11.00'an de li Qada Batikentê ya Amedê pêk bê û pişt re dê bi girseyî ber bi warên wan ve bên oxurkirin.
Li Dêrsimê xebatên merasîma cenaze ya ji bo Cansiz berdewam dikin. Cenazeyê Cansiz a ku roja înê saet di 08.00'an de ji Amedê ber bi Dêrsimê ve bê rêkirin dê li Pira Seyîtler a ketina Dêrsimê bi girseyî bê pêşwazîkirin. Cenaze dê bibin mala malbatê ya li taxa Dag û pişt re dê bibin Cemxaneya Dêrsimê. Saet di 13.00'an de dê li cemxaneyê merasîm pêk bê û pişt re jî dê bi meşê bibin Goristana Şehîtlîkê ya Asrî bispêrin axê.
Xebatên li goristanê berdewam dikin û li gel vê ykeê riyên mezraya Taxtal a gundê Batmanê ya Dêrsimê ya ku Cansiz lê hatine dinê jî hatin destpêkirin.
Li avahiya BDP'ê ya Dêrîsmê û Şaredariya Dêrsimê jî di nav de li gelek cihan pateyên reş ên wêneyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên hatin qetilkirin li ser hatin daliqandin.