Deriyê Radyoya Rengîn jî hate mohrkirin
Polîsan bi ser avahiya Radyoya Rengîn a li Qoserê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî weşan dikir de girt û deriyê wê mohr kirin.
Polîsan bi ser avahiya Radyoya Rengîn a li Qoserê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî weşan dikir de girt û deriyê wê mohr kirin.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn de girtin. Polîsên ku bi hinceta biryara dozgeriyê ya girtinê heye bi ser radyoyê de girtin, lêgerîn pêk anîn û piştî lekolînê polîsên maliyê deriyê avahiya radyoyê mohr kirin.
Radyo Rengîn li Qoserê bi Kurdî, Erebî û Tirkî weşan dikir û radyoya herî zêde dihat guhdarkirin bû.
Desthilata AKP'ê di 28'ê Îlonê de radyoyên muxalif ên wekî Radyoya Ses, Radyoya Dunya, Radyoya Ozgur Guneş, Radyoya Karacadag, Radyoya Yon, Radyoya Ozgur û Radyoya Dogû ku bi gelek zimanan weşanên herêmî dikirin girtibûn. Herî dawî Radyoya Rengîn jî hat girtin.