Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê dema ku wesayîta polîsan a zirxî derbas bû teqîn pêk hat û di encama teqînê de 2 polîs bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê saet di 16.30'an de dema ku wesayîta polîsan li Kolana Hastaneyê derbas dibû teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 2 polîsa bi giranî birîndar bûn. Piştî teqînê li herêmê dengê çekan zêdebû.
Piştre gelek ambulans ber bi cihê teqînê ve hatin sewqkirin. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrîkê. Ji ber teqînê rê li trafîkê hate girtin û li herêmê tedbîrên ewlehî hatin girtin.