Der heqê Waliyê berê yê Mûsilê Nûceyfî de biryara girtinê

Der heqê Waliyê berê yê Mûsilê Nûceyfî de bi sedema ku hevkarî bi dewleta Tirk re kiriye biryara girtinê hate dayîn.

Der barê Waliyê berê yê Mûsilê û Fermandarê Hêzên Heşdî Watanî Esil Nûceyfî de ji ber hevkarî bi dewleta Tirk re kiriye biryara girtinê hate dayîn.

Parlamenterê Iraqî Abdûlrahman El Lûveyzî têkîldarî mijarê got; “Li ser giliyê komek parlamenteran, der heqê Waliyê berê yê Mûsilê Esil El Nûceyfî de biryara girtinê derket.”

Hatibû ragihandin ku der barê kesên ku hebûna artêşa Tirk a li ser axên Iraqê destek bikin wê pêvajoya darazê dest pê bike. Piştî vê jî li Bexdayê der barê Nûceyfî de biryara girtinê hat dayîn.

Esil Nûceyfî birayê Ûsema Nûceyfî ye. Ûsema Nûceyfî yê lîderê Tifaqa El Irakiye, beriya niha jî Seroktiya Parlamentoya Iraqê kiribû.