Der heqê Rojnamevan Candemîr de lêpirsîn

Serdozgeriya Komarê ya Wanê der heqê Rojnamevan Oktay Candemîr de bi îdîaya “bi rêyên neyekser propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê der heqê Rojnamevan Oktay Candemîr de bi îdîaya “bi rêyên neyekser propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.

Candemîr, ji ber têkîldarî çalakiya bombeyî ya li ser rêya Wan-Qerqeliyê li dijî wesayîta zirxî pêk hat nûçeya bi serenavê “Ji HPG’ê daxuyaniya Qerqeliyê” çêkiriye, bi îdîaya “Bi rêyên neyekser propagandaya rêxistinê kiriye” tê sûcdarkirin.

Bi rêka teblîgatê banga îfadeyê li Rojnamevan Candemîr hate kirin.

Candemîr bi parêzerê xwe Bayram Kaval re axiviye û diyar kir ku parêzerê wî gotiye sûcdariyek wisa di hiqûqê de nîne.