Denîz Deman hat binçavkirin
Hunermend Denîz Deman, ji ber dozek lê hatibû vekirin li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin.
Hunermend Denîz Deman, ji ber dozek lê hatibû vekirin li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin.
Hunermend Denîz Deman, ji ber dozek lê hatibû vekirin li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin.
Hunermend Denîz Deman, ji bo tevlî bernameyekê bibe çûbû Başûrê Kurdistanê û di dema vegerê de hat binçavkirin.
Deman a li Deriyê Sînor ê Xabûrê saet di 03:00 de hat binçavkirin, piştî 4 saetan sewqî Edliyeya Silopiyê hat kirin.
Hat ragihandin ku Deman ji ber stranên xwe yên di pîrozbahiyên Newroza 2015'an ên li navçeya Mûş Kopê, bi hinceta "Propaganda Rêxistinê" kiriye doz lê hatiye vekirin û ji ber vê hatiye binçavkirin.
Dayîna îfadeyê li dozgeriyê dewam dike.