Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak li gel Parlementerên BDP’ê ku hatin navçeya Cizîrê çûn nexweşxaneyê serdana xwendekarê Dibistana Seretayî Nusret Dogan ku duh li Cizîrê di dema protesto kirina komkujiya Roboskiyê de bi guleya bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe birîndar bibû, kirin.
Piştî merasima ji bo yekemîn salvegera komkujiya Roboskiyê hate kirin, Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak li gel Parlmenterên BDP’ê hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. BDP’iyan li vir serdana Şaredarê berê yê Cizîrê Tahir Vesek û xwendekarê binavê Nusret Dogan yê ku duh biguleya bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe birîndar bibû kirin.
Demîrtaş dema ji nexweşxaneyê derket bersiva pirsên rojnamevana da û da diyarkirin ku, wana serdana xwendekarê birîndarbûne kirine û dixtoran agahîdan ku, metirsiya jiyanî tuneye. Demîrtaş got; “Îşalah dê didemek kurt tenduristiya wî baş bibe. Lê belê ev ne ya destpêkê û neya dawiye, polîs taybet serê zarok, ciwan û mirovan hedef digirin. Em vana qebûl nakin, ji ber ku çareseriyek ya demokratîk çênabe ji ber wê ev bûyer rû didin. Fatûraya herî mezin jî zarok û jin didin. Ez dibêjim ji gelê gelê Cizîr û malbatê re derbazbûyî be. Me bi hemû hevalên xwe serdana wî kir, hêvî dikim ku dê didemek kurt de tenduristiya wî baş be.”
Demîrtaş destnîşan kir ku, ew dê pişt bûyerên wisan bernedin û wiha axivî: “Kî be bila ew be yên ku hedef digirin û di avêjin, ji bo em wan derxînin holê tişta ji destê me bê em dê bikin.”