Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, derbarê pêşwazîkirina 3 cenazeyên jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin nerazîbûn nîşanî hişyariyên "Provokasyonan" da û wiha got: "Heta niha kê provakasyon dikir diyar e. Heta niha kengî gel provokasyon kiriye? Her tim provokasyon ji hêzên tarî û kurve hatiye. Kesên desthilat in provakasyonan dikin. Em bang li gel dikin û dixwazin bi awayekî herî bi hêz û tevlîbûna herî zêde li cenazeyan xwedî derkevin û beşdarî merasimê bibin." Demîrtaş destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên li dijî rêveberen PKK'ê yên asta bilind êrîş pêk tên û ev pirs ji Serokwezîr Erdogan pirsî: "Birêz Serokwezir di nava 15-20 rojan de tiştên ku we li PKK'ê kir, PKK'ê li we kiribûya we dê çi bigota?"
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, derbarê geşedanên dawî pêşwazîkirina cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd de li Navenda Çandê ya Cegerxwinîn civîna çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş, diyar kir ku di vê pêvajoya hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin li Parisê 3 jinên siyasetmedar ên kurd hatin qetilkirin û wiha got:
"Divê merasima cenazeyan û pêşwazîkirina Xaburê ne wek hev bin. Ev mijara Xabûrê ji bo kurdan bû sendrom. Komên ji bo aştiyê hatin bi hêviya aştiyê ji aliyê sedhezaran kesan ve hatin pêşwazikirin. Lê hemû qasidên aştiyê hatin girtin. Hatina qasidên aştiyê û pêşwazîkirina bi 100 hezaran ne provokasyon bû. Niha jî dixwazin Xabûrê û vê merasima cenaze bikin yek. Ji niha de amadekariyên alozî u tevliheviyê dikin. Welatiyan ji ber ku endamên PKK'ê ji bo aştiyek mayinde çekên xwe danîn û hatin Tirkiyeyê kêfxweş bûn. Tu nêta Xabûrê tune bû. Lê niha dixwazin vê lîstikê li ser merasima 3 cenazeyên jinên kurd pêk bînin. 3 jinên kurd bi awayeki hovane li Parîsê hatin qetilkirin. Hem hezkirina li hemberî 3 jinan û hurmeta mirovan, hem jî hêrsa li hemberî qetilkirina 3 jinan di vê merasimê de veşarî ye. Gel dê li cenazeyan xwedî derkevin. Em ji rayedaran dipirsin û dibêjin heta niha gel kengî provokasyon kirine? Kesên provokasyonê dikin dewleta kûr û desthilat e. Divê fikar û xema tu kesî ji pêşwazîkirina cenazeyan tune be. Em dibêjin ji aliyê me de tu pirsgirêk dernakevin. Ger ku kî provokasyonê bike divê hikûmet wan asteng bike."
XWEDÎDERKETINA LI CENAZEYAN XWEDÎDERKETINA LI PVAÊJOYÊ YE
Demîrtaş diyar kir ku bi qetilkirina 3 jinên kurd re hêrsek gelek mezin çêbûye û xwest bi girseya herî mezin li cenazeyan xwedî derkevin. Demîrtaş, ragihand ku 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin ji bo aştî, azadî û siyaseta demokratîk têkoşîn dimeşandin û wiha got: "Niha dem dema xwedîlêderketina pêvajoyê ye. Xwedîderketina li cenazeyan xwedîderketina li pêvajoyê ye. Gel dê vê êrîşa ku li hemberî Birêz Ocalan pêk hatiye bi xwediderketina cenezayan vala derxe. Divê piştgiriya xwe bidin pêvajo û Birêz Ocalan. Hêj çi ji kurdan dixwazin. Nikarin li ser navê kurdan biyarak kengî kêfxweş bibin û kengî xemgin bibin bidin. Ger ku de pirsgirêka kurd bi kurdan çareser bibe wê demê bila li ser navê kurdan biryarê nedin."
'MECLÎSA JINÊ AMADEKARIYA CENAZEYAN DIKE'
Demirtaş, da zanîn ku der barê merasima cenazeyan de bi saziyên cemaewiryê re ji axivîne û ji bo astengî û qedexe neyên derxistin heta niha tu pirsgirêk derneketine. Demîrtaş, bi bîr xist ku kesên behsa provokasyon dikin lazim e berê xwe bidin xwe û wiha got: "Kesên li pey provakasyonan digrerin dê daxwaza wan di qirika wan de bimîne. Heta niha hemû amadekariyên der barê merasima cenazeyan te meclîsa jinê amade dike. Qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd raste rast qetilkirina tevgera azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê dê jin bi awayekî herî xurt li cenazeyan xwedî derkevin. Remz û rengên tevgera jinê heye. Karê partiya me ne qedexekirin e. Em her tiştî di çarçoveya azadiya ramanê de dinirxînin."
Demîrtaş, daxuyaniyên hikûmetê jî rexne kir û xwest li daxuyanî û bangê xwe baldar bin. Demîrtaş, bilêv kir ku ew rejbinî li pêvajoyê nanerin û her tim bi hêvî û xweşbinî li pêvajoyê dinerin û wiha got: "Me soz daye gelê xwe. Ji ber vê yekê divê li gorî pêvajoya Oslo em bêtir baldar bin. Em hewl didin ku ji paşerojê dersê derxin û şaşiyên dubare nekin. Hêj me armanc û niyeta hikûmetê ya çareseriyê fam nekiriye. Ji ber ku gelek aliyên tarî hene. Tiştê herî zelal em raste rast çareseriyê dixwazin. Aliyê kurd her tim ji çareseriyê re amade ye. Niha hikûmetê hewldanek daye destpêkirin. Li Îmraliyê hin hevdîtin pêk tîne. Lê hêj tiştekî zelal tune. Naverok şolî û tarî ye."
'ME BI FERMÎ SERÎ LI ÎMRALIYE DA'
Demîrtaş, got : “Daxwaza Ocalan a bi wan re hevdîtinê pêk bîne. Serlêdana me jî bi awayekî fermî heye. Me bi awayeki fermî seri li Wezareta Dadê da. Lê ev daxwaza me kengî pêk bê ne diyar e. Îmralî girêdayî Wezareta Dadê. Ji bo ev pêvajo têkeve rêya xwe divê êdî hevdîtin û diyalog zêde bibe û bibe ji rêzê. Demirtaş, Heta niha tu projeyên ku bi mere hatine parvekirin tune. Daxwazên hikûmetê û gelê kurd ne yek in. Em hêj di serê pêvajoyê de ne.
Di pêvajoya Osloye de em tune bûn. Lê di vê pêvajoyê de bi çûna Brêz Ahmet Turk û Ayla Akat em jî ketin nava pêvajoya Îmraliyê. Em dê heta dawî di nava vê pêvajoyê de cih bigirin. Ji ber ku BDP ji seri de muhatab e. Qend8il Ocalan û siyaseta sivîl muxadab e. Heta ku BDP û Qendîl ji di nava vê pêvajoyê de cih negire ev pêvajo bi ser nakeve. "
Demîrtaş, diyar kir ku di demên dawî de êrîşên li dijî rêveberen PKK'ê yên asta bilind êrîş pêk tên û ev pirs ji Serokwezîr Erdogan kir: "Birêz Serokwezir Di nava 15-20 rojan de tiştên ku we li PKK'ê kir, PKK'ê li we kiribûya we dê çi bigota? Heta niha bi awayekî fermî PKK'ê bersiv nedaye. Ev pêvajo ne red kir û ne jî qebûl kir û li benda geşedanan e. Lêgerînek heye. Di vê pêvajoya ku PKK biryar û bersivê de bide Li Nisêbîn, Lîce, Çelê û Parîsê li dijî PKK'ê operasyon hatin lidarxistin. Li Qendîlê operasyona hewayî pêk hat. Di asta jor de gelek endamên PKK'ê hatin qetilkirin. Hêj jî dixwazin qetilkirinê bidnomînin. Ger ku hikûmet li şuna PKK'ê bûya dê ev pêvajo berdewam bikiraya? Niha jî dibêje bila kes vê pêvajoyê provake neke."
BANGAWAZÎ
Demîrtaş, bang li her kesî kir û xwest bi girseya herî mezin li merasima cenazeyan xwedî dekkevin û bi tevlêbûna girseyî û sekna xwe vê pêvajoya komkujiyê û qetilkirine vala derxin. Demirtaş, da zanîn ku li cenazeyan xwedîderketin li pêvajoya Ocalan xwedî derketin e.