Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya serdana xwe ya Colemêrgê de bi nûnerên saziyên sivîl re civînek pêk anî. Demîrtaş got ku, 5 salin tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şopandina çend rojnameyan li ser Sûriyeyê analîz û nirxandinan kir.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Colemêrgê hevdîtinên xwe didomînin. Di çarçoveya hevdîtinan de bi nûnerên saziyên sivîl yên Colemêrgê re civînek li salona civînê ya KESK'ê li dar xist.
Berdevkê demê yê KESK'ê Îlkay Şîmşek axaftina vekirinê kir û bal kişand ser girîngiya serdana Demîrtaş. Selahattîn Demîrtaş jî di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ku li herêmê û Tirkiyeyê diqewimîn.
‘GER KURD TÊK BIÇIN BERPIRSÊN WÊ KURDÊN NAVA AKP’Ê NE’
Demîrtaş diyar kir ku, niha dema yekîtiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku Kurd yekîtiya xwe avanake dê gelek zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Heke Kurd têk biçe sedem û berpirsê vê kurdên ku di nav AKP'ê dixebitin û kesên ku ray didin AKP'ê ne. Colemêrg û Şirnex ji bo Kurdan bûne sembol. Gelê Kurd her tim ji bo aştî, biratî, azadî û wekheviyê têkoşîn daye."
‘REWŞA SÛRIYEYÊ KESEK WEK OCALAN ANALÎZ NEKIR’
Demîrtaş di civînê de bal kişand ser rewşa Sûriyê û da zanîn ku, 5 salin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê Sûriyê de nêrînên xwe anî ziman, lê heya niha kesek der heqê Sûriyê de analîzek nekiribû û wiha axivî: "Kesek wek Ocalan analîz nekiri bû. Birêz Ocalan di hucreyeke beton û 12 metrekare de bi şopandina çend rojnameyan analîza Sûriyê ye kir.
Kurd di nav 5 salan de rêxistinbûna xweser ava kir. Heke Kurd bi rêxistin nebûna dê bihata kuştin. Li Sûriyeyê Xweseriya Demokratîk heye û li cîhanê kesek nikare tevlî vê pergalê bibe. Ji ber ku gel rêveberiyên xwe ava kiriye."
‘AKP BI NAVÊ ÎSLAMÊ DERKET, XWEDÎ LI TURBANÊ DERNEKET, WEKE CEMAET DERKET BÛ ŞÎRKET’
Demîrtaş destnîşan kir ku, AKP'ê bi navê îslamê derket, lê niha xwedî li turbanê dernakeve û AKP wekî cemaat derket lê niha bû şîrketek. Demîrtaş bal kişand ser nûçe û nivîsên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û got ku ev nûçeyên ku derdikevin pûçin.
Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî di civînê de axivî û qala xebatên şaredariya BDP'ê kir û wiha got: "Xebatên ku 75 salan nehatî kirin me di nava 10 salan de pêk anîn."