Hevserokê GIştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya Bajêr a Bedlîsê de axivî û got; “Polîtîkaya ku AKP li derve û hundir dimeşîne bi dawî bûye”. Demîrtaş got; “Niha firsend heye ku em bi azadî li ser welatê xwe bijîn” û diyar kir ku yekane çareserî bi muzakereya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tê.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş di çarvoveya gera li herêmê de tevlî 2'emîn Kongreya Asayî ya BDP'ê ya Bedlîsê bû. Demîrtaş beriya tevlî kongreyê bibe, serê sibehê li navçeya Tetwanê telî merasima Tesisa Parzinandina Avê, Navenda Tenduristiya Gel ya Şaredariya Tetwanê û Avahiya Îtfaiyeya Nû bû. Demîrtaş pişt re derbazî Bedlîsê bû û tevlî kongreya BDP'ê ya li Salona Dawetê ya Mimozayê bû. Li gel Demîrtaş, Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa bajar, ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek saziyên din bû.
Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Destpêkê Serokê BDP'a Bedlîsê yê berê Orhan Bezirganoglu diyar kir ku, divê li hemberî polîtîkayên înkarê yên AKP'ê Kurd bêtir xwe birêxistin û pêş bixin.
Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu jî ani ziman ku, 30 salin bi rêbaza tundî û înkarê pirsgirêk çareser nebûye. Zenderlioglu da zanîn ku, hikûmet ji bo pirsgirêka Kurd birizîne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dike. Zenderlîoglu,xwest ji bo pirsgirêk çareser bibe berî her tiştî feraseta înkar û îmhayê bi dawî bibe û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
AKP'Ê SINC XIST BIN PIYAN
Demîrtaş got ku ew naxwazin mirinên ji ber şer çêbibin û got; “Em bi aşkereyî dibêjin: Muzakerekirina bi Ocalan re yekane çareseriya pirsgirêka Kurd e. Serokwezîr Erdogan got ‘me di hevdîtinên Osloyê de derew kir’” û diyar kir ku careke din aşkere kir ku ew li ser esasê polîtîkayên sed salan ên ji bo xapandina Kurdan dimeşin. Demîrtaş got; “Serokwezîr dibêje perwerdehiya bi Kurdî nabe, lê ew bi xwe xirabiyek mezin li Qûrana Kerîma ku ew bi xwe jê bawer dike dike. Gelo kîjan pêxember, di kîjan pirtûkê de, di kîjan demokrasiyê de yek al, yek ziman hatiye bihîstin. Hukûmeta AKP’ê hemû pîvanên exlaq bin pê kiriye.
NE HUKÛMETÊ, LÊ KURDAN DAWÎ LI ÎNKARÎ ANIYE
Demîrtaş destnîşan kir ku îro yek ji rojên krîtîk yên şerê 30 salan e û bal kişand ku gelê Kurd êdî di pêvajoya biryardayînê de ye. Demîrtaş got; “Di sedsala borî de li ser welatê me mûameleya koleyan li me hate kirin. Niha firsend heye ku em vê yekê biguherînin. Niha firsend heye ku em bi azadî li ser welatê xwe bijîn.”
Demîrtaş da zanîn ku nema êdî kesek dikare bêje “Kurd û Kurdistan tune ye” û destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo vê yekê gelek bedel daye. Demîrtaş got ku ne hukûmetê dawî li polîtîkayên înkarê yên li ser Kurdan aniye, gelê Kurd bi bedel û têkoşîna dawî lê aniye.
PARTIYA ME NE TENÊ JI BO HILBIJARTINÊ HATIYE AVAKIRIN
Demîrtaş ji bo rawestandina xwînê bang muzakereyan kir û got; “Partiya me ne ji bo hilbijartinê hatiye avakirin. Ger ev gel ewqas têdikoşe, ji bo azadiya xwe têdikoşe. Em ê ji aliyekê vex we ji hilbijartinê re amade bikin. Lê ya herî girîng azadiya me ye. “
CHP NIZANE MUZAKERE ÇI YE
Demîrtaş daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ya bi awayê “Bila rêxistin çekan deyne, em ê muzakere bikin” rexne kir û got; “Nizanin muzakere çi ye. Çareserî bi axaftinê pêk tê. Lê di rastiyê de CHP piştgiriya muzakereyê nake. Ger dê teslîm bibin, ev yek dê ne bi banga te pêk bê. Ev 30 sal çêbûn, ger wisa bûya dê 50 caran teslîm bibûna.”
Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bedlîsê Şahin Çoban hate hilbijartin. Piştî kongreyê heyeta BDP'ê konê şînê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê Ergin Guven (Berxwedan Jiyane) hate vekirin ziyaret kir.