Demîrtaş: Em derbarê hevdîtinan de daxuyaniyek taybet nadin

Demîrtaş: Em derbarê hevdîtinan de daxuyaniyek taybet nadin

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Em ê derbarê hevdîtinên ku li Îmraliyê pêk hatin de tu daxuyaniyeke taybet nedin.”

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek derbarê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da. Demîrtaş got: “Em ê derbarê hevdîtinên ku li Îmraliyê pêk hatin de tu daxuyaniyeke taybet nedin. Jixwe dema hemû pêşketinên siyasî hat em ê bi raya giştî re parve bikin.”