Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk tîne û hin agahiyên ku rojnameyên Tirk îro li ser zarê birayê Ocalan, Mehmet Ocalan dane de, li ser tûra civakî axivî.
Demîrtaş got; “Hin saziyên çapemeniyê belav kiriye ku min û Mehmet Ocalan bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anîne, ev yek ne rast e.
Heta parêzer û malbata Ocalan bi awayeke aşkere daxuyanî nedin û nebêjin me bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, em dê bi fikar nêzî daxuyaniyên hukûmetê bibin.”