Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Roboskî axivî, diyar kir ku ew ji dewletê ne li benda edaletê ne û got: “Em ewqas reben nîn in ku em ji sîstema we ya AKP-Cemeetê edaletê hêvî bikin. Em ê hesabê vê yekê ji we bipirsin. Hesabê vê yekê dê bi berxwedanê û xurtkirina rêxistinbûnê bê pirsîn. Divê Kurdistana Kurdan hebe daku hesabê Roboskî bipirs.e”
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahaatîn Demîrtaş di çalakiya girseyî ya ku li gundê Roboskî bi boneya salvegera yekemîn a komkujiyê pêk hat de axivî.
Demîrtaş bal kişand ku berpirsê komkujiyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan e û got: “Ma ne Tayyip bû yê ku ewqas paşa avêt hundir? Dikariya sê yên din jî bigire. Lê ew bi xwe berpirs e. 34 caran sucê muebetê kiriye. Wê şevê her çendî rayedaran dizanî ku sivîl sînor derbas dikin, hêzên hewayî, telefonî serokwezîr kirin û fermana operasyoneke mezin a dersînor dan. Gotine ‘hema PKK’yiyek tenê jî be, em bikujin bila balafirên şer rabin.’ Agahiya sivîl in dane Serokwezîr. Lê piştî komkujiyê hatiye zanîn ku hemû sivîlin.” Demîrtaş destnîşan kir ku qeymeqamê Qilabanê hemû delîlan pêşkêşê dozgeriyê kiriye û got: “Lê ji wê rojê heta îro qeymeqam neaxiviye.”
Demîrtaş bal kişand ku hukûmet saleke dixwaze komkujiyê veşêre û got: “Ji ber ku Gultan Kişanak PKK’yiyek himbêz kir, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dibêje ‘em ê mafê wê yê destnedanê rakin û biavêjin hespê. Lê te Erdogan 34 zarokên Kurd qetil kir. .. Tu dê rojekê li ber çavên vî gelê bê darizandin û dadgehkirin. Dibe ji bo te tiştek erzan be, ji ber ku wijdana te nemaye, lê ev gel ji bîr nake.”
JI BER KU GOTIN KURDISTANA KURDAN TUNE EV KOMKUJÎ ÇÊBÛ
Demîrtaş wiha berdewam kir: “Dozgerê Tirk ji serokwezîrê Tirk hesabê napirse. Ji ber ku ev alî Kurdisan e û aliyê din jî balafirên şer zarokên Kurd qetil dike... Ji ber ku ev ax Kurdistan e, ji ber ku gev gel dibêje ez Kurd im, dozger, dadger, polîs, serfermandar, çapemenî, serokwezîr dest dane destêhev û dixwazin komkujiyê veşêrin. Lê tu nikarî vê yekê li gundek Marmarîsê, Fethiyeyê bikî. Tu nikarî gundek bombebaran bikî û salekê heqaretê li gelê wir bikî. Wê çaxê tenê rêyek ji Kurdan re dibîne. Hûn dibêjin Kurdistan tune û zilmê li me dikin. Wê demê divê gelê Kurd vê kêmasiya xwe bi dawî bike. Divê Kurdistana gelê Kurd jî hebe. An xweser, an federal an jî serbixwe. An ne tiştên bi salan tên meşandin dê berdewam bikin. Dê bi hev re li binixûmînin, derbikin ser televîzyonan û heraretê li me bikin. Dêrsim, Zîlan, Agirî, Koçgirî, Sêwas, Çorûm, Gazî, Meraş... em vê yekê qebûl nakin.” Demîrtaş got: “Em ewqas reben nîn in ku em ji sîstema we ya AKP-Cemeetê edaletê hêvî bikin. Em ê hesabê vê yekê ji we bipirsin. Hesabê vê yekê dê bi berxwedanê û xurtkirina rêxistinbûnê bê pirsîn” û wiha domand: “Bûyer ewqas zelal û aşkere ye, pêwîstî bi lêpirsînê jî tuneye. Ev salek e hûn çi lêkolîn dikin? Salek bihûrî, ev salek e, dibêjin rawestin dozger dê biqedîne. Dê paşê fermanê bide û bêje vana wek sucdar û terorîst nîşan bide! Lê dozgerê te bi ser nakeve.”
EW NE QAÇAXÇÎ NE, TIŞTA QAÇAX EV SÎNOR IN
Demîrtaş da zanîn ku 34 ciwanên Kurd weke qaçaxçî nîaşn didin û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Demîrtaşgot: “Li vir yên ku qaçax ev sînor in. Kurd bi birayê xwe re danûstandinê dikin, ev yek ne qaçaxçîtî ye. Ya ne qanûnî hişmendiya dewleta Tirk e. Ev polîtîkaya zalîm a Bexda, Tehran, Şam û Enqereyê ye.”
Demîrtaş destnîşan kir ku sedema Komkujiya Roboskî ew e ku xwestine pêşî li Krudistanê bigirin û wiha domand:
“Kurd ne koleyên we ne., bi hezaran sal in li ser vê axê bi rûmeta xwe dijîn. Sedema Roboskiyê ew e ku pêşî li Kurdistanê bigirin. Gelê Kurd azad dibe. Gelê Kurd rêveberiya xwe bi xwe ava dike. Bingehê jiyaneke biratiyê dideyne. Dixwazin vana parçe bikin û rê nedin vê yekê. Komkujiya Roboskî, bombekirina azadiya gelê Kurd û statuya Kurdistanê ye. Divê gelê Kurd vê yekê baş bibîne û yekitiya xwe ya neteweyî xurt bike û bi vê yekê bersivê bide.”