Demîrtaş çû serdana malbatên gêrîlayên HPG’ê

Demîrtaş çû serdana malbatên gêrîlayên HPG’ê

Gera Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ya Navçeya Geverê didome. Demîrtaş û heyeta pêre serdana malbatên gêrîlayên HPG'ê yên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane kir.

Gera Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ya Navçeya Geverê ya Colemergê didome. Demîrtaş di demjimêrên serê sibêhê de buroya Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê ya Geverê ziyaret kir û piştre çû avahiya rêxistina BDP'a Geverê.

DEMÎRTAŞ SERDANA MALBATÊN GÊRÎLAYAN KIR

Demîrtaş ji vir bi Serokê Rêxistina BDP'ê ya Colemergê Rahmî Kurt, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Geverê Rustem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, ya Bajaroka Bajêrgehê Tacettîn Sefali, ya Şemzînanê Sedat Tore, endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Geverê, MEYA-DER û bi gelek Kurdistaniyan re çûn serdana malbatên gêrîlayên HPG’ê ên Geverê ku di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane û sersaxiyê xwestin.

Konê sersaxiyê yên ji bo gêrîla Orhan Akdogan, Fûat Terzîoglu, Alî Îhsan Yilmaz, Necman Bor, Mehmet Tekîn, Merve Ozcan û Cûmalî Açikel hatiye vekirin de, wêneyê Rêberê Gelê Abdûllah Ocalan, alên PKK û konfederalîzmê hatin daliqandin. Bi hezaran kes di dema serdana sersaxiyan de bênavber dirûşmeyên weke "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" qêriyan.

'ŞEHÎD ŞEREF Û RÛMETA GELÊ KURDIN'

Demîrtaş di dema serdana taziyê de bi hevjîn û 4 zarokên Mehmet Tekîn ya ku di dema çalakiyê de li Taxa Orman ya Geverê jiyana xwe ji dest da re sohbet kir. Demîrtaş li vir axaftinek kir û got: "Nirxên ku şehîdan afirandiye şeref û rûmeta gelê Kurde. Ev bingeha girêdayîna şehîd û azadiyê ye. Hemû ev êş, fedekarî û lehengiyên tên kirin ji bo azadiya gelekî ye. Divê herkes li hember van nirxên hatine afirandin rêz bigire. Xwezî, bê ku ev êş hatibûna jiyandin û bê xwîn birije hatibûya çareserkirin. Êşa gel û malbatên me pir mezin e. Li dijî me pergalek ku me wek e kole dibîne heye. Berxwedana li hemberî vê pergalî ji bo gelê Kurd jênegere."

'HEMÛ CÎHAN VÊ GELÊ BI ŞEREF TEMAŞE DIKE'

Demîrtaş da zanîn ku, gelê cîhanê ya kurdan ji nêz ve dişopîne. Demîrtaş wiha got: "Hemû cîhan, vê gelê bi şeref temaşe dike û rêz digire. Ev jî bi saya fedekarî û nirxên ji hêla şehîdan ve hatiye afirandine. Îro Kurd di Rojhilata Navîn de bûye hêzek bi bandor. Ev jî bi xwedî derketina şehîd, têkoşîn û girêdayiya têkoşîna azad ve çêbûye. Ji niha û pê ve jî em dê heta dawî xwedî li mîrateya ku şehîdên me hiştine û têkoşîna azadiyê derkevin. Em dê mîrateya şehîdan ji xwe re weke fermanê bibînin."

Demîrtaş piştî serdana sersaxiyan dê bi saziyên sivîl yên Bajarokên Bajêrgeh, Xirwate û Geverê re hevdîtinan pêk bîne. Li alê din jî ji ber malbat ji bo testa DNA yê pir disekinin dê Demîrtaş bi Wezareta Dadê re hevdîtinan bike.