Demirtaş: Aşitî bi muzakereyê tê

Demirtaş: Aşitî bi muzakereyê tê

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demirtaş, tevlî kongreya BDP'ê ya Bajarê Îdirê bû û diyar kir ku aşitî tenê dikare bi muzakereyê pêk bê. Demîrtaş derbarê rewşa Ocalan de jî got; “Niha li Îmraliyê tenê tiştek heye ku em pêbawer ew e ku Birêz Ocalan û mehkûmên li gel wî dijîn, ji bilî wê 420 roj in tu agahî ji Îmraliyê tune ye.”

Rêxistina BDP'e ya Îdirê li salona dawetê ya Alyansê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Endamên Reveberiya Giştî Nimet Sezgin, Endamê Meclîsa BDP'ê Cemil Erdem, endamên meclîs û şaredar û rêveberên BDP'ê yên navçeyên Kagizman , Digor, Melezgîrt, Konakkiran, Bazîd, Îdir, Xelfelî, Agirî, Qers Agirî, Îgir û gelek welati amade bûn.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demirtaş û heyeta BDP'ê serê sibê li ser Rêya Bazîdê bi karwanekî mezin hate pêşwazîkirin. Karwana BDP'e bi girseyî çû salona Dawetê ya Alyansê tev li kongreya BDP'ê bûn. Li salona kongreyê pankartên “Em dê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin" û “Em komkujiya li ser gelê kurt tê meşandin nalet dikin" û “Em komkujiya Roboskiyê şermezar dikin. vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Pêşî endamê Rêveberiyaı Giştî ya BDP'ê Nimet Sezgin, axivî û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê rexne kir. Sezgîn anî ziman ku ger li Tirkiyeyê aştî, çareserî û demokrasî pêş bikeve dê bi BDP, gelê kurd û têkoşîna azadiyê pêş bikeve. Serokê BDP'a Îdirê Mehmet Çirka jî bang li gelê kurd kir û xwest yekîtiya xwe ava bike.

EM GAV PAŞ DE NAAVÊJIN

Demîrta derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî axivî û got; “Niha li Îmraliyê tenê tiştek heye ku em pêbawer ew e ku Birêz Ocalan û mehkûmên li gel wî dijîn, ji bilî wê 420 roj in tu agahî ji Îmraliyê tune ye.”

Demîrtaş, jî anî ziman ku ji bo jiyanek azad û bi rûmet lazim e mil bidin mil û bi hevre têkoşînek mezin bidin. Demirtaş, da zanin ku 22 salin siyaseta demokratîk dimeşînin û tevgerek siyasî ne û wiha got: "Tu carî xebatek rehet çênebû. Hin caran hevalê me hatin qetilkirin, hin caran hevalên me hatin revandin û rastî îşkenceyê hatin. Hin caran hevalên me hatin girtin. Hêj mirovên me yên hatine revandin nehatine dîtin. Lê me tu carî li hemberî zulmê tu gav bi paşve neavêt. Ger ku gelê kurd gav paşv e avêtibûya îro em ê ne li vir bûna."

DADGEHÊN RAYE TAYBET ÊN AKP’Ê NIKARIN ME DARIZÎNIN

Demîrtaş, da zanîn ku walî, dozger, qeymewam, meqerne, dolabên wan û her tiştên wan li hemberî BDP'ê di hilbijartinê de bûn yek û ketin pêşbirka hilbijartinê û wiha berdewam kir: "Lê em bi vîna gelê xwe hatin vir û bi ser ketin. Me ji Birêz Ocalan re got azadî. Me dema ev tişt got me aşkere got. Me li kolan, li taxan û li meclîsê ev tişt got. Em dê sibê ji dozger û dadgerên ku me bidarizînin re jî bêjin. Me xweseriya demokratîk xwest. Me mafê perwerdehiya zimanê zikmakî xwest. Me statu xwest. Em dê sibê dîsa van tevan bêjin. Werîn destnedayîna 550 parlementeran rakin em jî dê bêjin erê rakin. Lê dadgehên bi rayeya taymet ên hikûmeta AKP'ê nikarin me darizînin.

BANGA TEVLÊBÛNA MEŞA ÇEWLIKÊ

Demîrtaş, destnîşan kir ku partiya wan tevgera aştî û azadiyê ye û wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê ku di hilbijartinên salên 2002-2007 û 2011'an de kesên gotin dengan bidin me em dê pirsgirêka turban, Qibris û pirsgireka kurd çareser bikin, niha ji bilî xwe her kesî tawanbar dike. Me salek berê nexşerêya çareseriyê danî pêş Serokwezîr Erdogan. Me got 9 xalan têxin meriyetê dê aştî bê vî welatî. Lê bersîv neda me. Bawer kir ku kurd dê bi TRT-6'an bixape. Me xwest pêvajoya Oslo, Îmrali berdewam bike. Diyalog û muzakere berdewam bike. Aşitî bi muzakereyan pêk tê. Lê ev daxwazên me yên ji bo aştiyê hatin redkirin. Niha li dijî avahiyên me êrîşan pêk tînin. Duh êrîşî avahiya me ya BDP’ê ya Çewlîkê kirin. Em êrîşê şermezar dikin. Em bang li gelê Çewlîkê dikin û dixwazin xwîn sar tev bigerin. Em dibêjin walî, midûrê polîsan û qeymeqam berpirsiyarê van êrîş û birîndaran in. Gelê Çewlîkê xwedî rûmet û şeref e. Em dê sibê li Çewlîkê meşek mezin pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe yê Çewlîkê dikin û dixwazin tev li meşê bibin.

'BIRÊZ OCALAN, BDP, KCD Û PKK'Ê VÎNA AŞTIYÊ AŞKERE KIR

Demîrtaş, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wan vîna aştiyê aşkere kiriye û wiha dawî li axftina xwe anî: "Birêz Ocalan, BDP, KCD û PKK'ê vîna aştiyê aşkere kir. Lê wan li ser navê aştiyê tu tişt nekir. Dijberî vê yekê em kirin hedef û di şer de israr kirin. Bi banga aştiyê û dirûşmeyan aştî pêk nayê."

Piştre peyamên ku ji bo kongreyê hatibûn şandin yek bi yek hatin xwendin. Di peyaman de hate diyarkirin ku Îdir bajarê Terekeme, Azeri, Kurtan û xwest her kes destê xwe yê aştiyê idin hev û li hev xwedî derkevin.

Piştî axaftinan raporên maliyê û xebatê hate xwendin. Piştre hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Di hilbijartinê de Serokê BDP'ê ya Îdirê Mehmet Çîrka hate hilbijartin. Ji bo rêveberiyê jî Mehmet Kitir, Behçet Ateş, Arif Çetinkaya, Rahim Pekur, Fethî Kartal, Suleyman Kalkan, Ozturk Sanan û Cemil Kalkan hatin hilbijartin. Kongreyê bi konsera Halit Bilgiç û Xecê bi dawî bûn.